askekem bo toye xoş řakirdin û westanewe
Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
1 Xulek
1339 Dîtin
askekem: bo toye xoş řakirdin û westanewe
’aşiqanîşt lejêr barî cefa: çewsanewe
bêne boman saqya lew bade safet kaseyê
ta bekey wek xiłtî lêłî bêxî xumre, manewe
to be şîr û tîr qeza’asa le qetłî ’aşiqan
min bedes zamî belawe kewtin û hestanewe
ta ’ereq wek şewnim ew kułme dênête cela
pûşekey herdey derûn dênêtewe bûjanewe
qet nebû carê biłêm lay berd û darîş derdî xom
hênde tirsawim le watey serd û dił tewsanewe
besme beş, lem dehre tahîrNasnava edebî şêwey berdî sebûr
çunke her bê qîmetî dênête ber, pařanewe!