dîn û diłekem yarî diłaramî emin toy

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  754 Dîtin
dîn û diłekem yarî diłaramî emin toy
baẍ û gułekem serwî xoş endamî emin toy
wam zanî ke to seydî kemendî minî êsta
wadyare ke seyyadî min û damî emin toy
wek tawis û askî le kel û herdî derûnda
min řamî etom gyane nekû řamî emin toy
hem taqegułî wadîy subḧî emelî min
hem şem’î cigersozî serî şamî emin toy
key camî cem axir wekû sîngî mine řûnak
lewsawe ke sehbayî min û camî emin toy
hem newberî esmarî umêdî diłî meḧzûn
hem meqsed û hem û mebde’- û hem kamî emin toy
ezwaq û hera û wecd û zihûrat û keramat
eşwaq û sefa û şořşî eyyamî emin toy
feził û edeb û danş û exlaq û kemałat
ferhengî min û ’eqłî min û famî emin toy
bê nam û nîşanim wekû tahîrNasnava edebî le dû ’alem
ey zuhrecebîn basî min û namî emin toy