ey bextî řeşim takey řû zerdî û bednamî

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  747 Dîtin
ey bextî řeşim takey, řû zerdî û bednamî
ey mûyî sipîm takey, meḧrûmî û nakamî
sed cewrî kesanim dî, sed tîrî xesanim çeşt
sed zûxî nihênim xward, bê diłber û bê ḧamî
napuxte xeyałê bû baweř be qisey yaran
sed dax le diłpakî û efsûs teme’ xamî
ẍeyr cewr û diłazarî, nemdî semerî yarî
ẍeyr mekir û firîw û řenc, nemdîwe diłaramî
ew sałe cefay zaman her mer hemû awatim
êsta ke enałênim, min bo ẍemî bê zamî
ta yarî cefapêşem, hem řazî řeqîban bû
derçû le demaẍ û dił, awat û suxenfamî
min tamî fîraqim çeşt, hêştakû be gyan zîndûm
ax cewr û cefay yaran, bêzarî û bêtamî
ḧeyrane le bazařim, hem ’alîm û hem cahîl
sersame le guftarim, hem ’arf û hem ’amî
bo daneye lew xałe, sed damî le řêm dana
xał kewte desî nakes, lew zułfe be bê damî
ẍaretgerî gyane çaw, bew ẍemze be qettałî
zîndûkerî cîsme lêw, bwe ’îşwe be bessamî
men’î meken er tahîrNasnava edebî derdî diłî xoy derxist
çunkû sebebî ewweł, me’yosîye sersamî