birakem dił legeł to aştî nabêto ke bêbakî

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  959 Dîtin
birakem dił legeł to aştî nabêto ke bêbakî
legeł min agirî sozan legeł nakes wekû xakî
legeł min asmanî kecřewî, bê ’ehd û îqrarî
legeł ew ’erdî aram û wefadar û terebnakî
be mêhirim laye firmêske û be qehirim laye xwênřêjî
te’al alilhErebî çi seffaḧî, me’az alilhErebî çi seffakî
le mîhrî germ û qehrî sardî to min mat û ḧeyranim
ke gahê wek şewî zułmet, demê wek subḧî řûnakî
legeł to ’umrî min ser çû tecahul ’uzrî bê cêye
çilon derkit nebirde derdekem, xo xawen îdarakî
deway paş mirdine bo min, hemû eltaf û îkřamit
minit kuşt êste ca bo derd û daxim sîne sedçakî
bełê şahî, bełê mahî, bełê serwî, bełê gułşen
berî pêy xot nedîwe, key le bîrî xar û xaşakî
legeł ’alem wekû ẍeysî kerem, piř cûd û îḧsanî
legeł min qeḧtesałî her xerîkî buxił û îmsakî
nîşaney ’edlî sermayey ḧeyatî ehlî ’îrfanî
ke basî min deken qurban, le bîrî zułim û îhlakî
be ’umrî řenc û mîḧnet demmirênî ca ełêy çonî
be qernê cewr û zeḧmet emkujî ewsa ełêy çakî
de boç şîrîne lay to sebrî tał û bê berim xo to
firîştey řeḧmetî, pakî, netîcey xîlîTeksta ne aşkira emlakî
mebe qurban le derd û dax û nałe û segweřîm ’aciz
eto her mangî afatî, eto her şemsî eflakî
eger bedḧałe tahîrNasnava edebî lêy bibûre çunke me’yûse
eto tahîr be ḧeqqî tahîran řûḧpak û diłpakî