gelê sałe giriftarî fîraqim

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  734 Dîtin
gelê sałe giriftarî fîraqim
demê wexte enîsî îştyaqim
le lomey nakesan ḧałim melûle
le taney segdiłan tałe mezaqim
ẍemî dûrît weha dagîrî kirdûm
nemawe hîç ẍemî mał û tifaqim
be sîddîqî şehîrî ’alemê bûm
emêsta tîrzedey ehlî nîfaqim
le hîcirit ger çî min bêwade pîr bûm
bełam bendey cwananî ’eraqim
lebo dest û suraḧî saqî êstaş
lepaş qeřnê wekû peymane waqim
le des cewrî ḧebîban şekwe nakem
bełam xendey řeqîb buwete meraqim
perêşanî dił û dînim qebûłe
ke meḧkem bê le geł to îtîfaqim
bełam bextim wîsałî ’eynî fesłe
dekêşê tahîraNasnava edebî bo îftîraqim