hîç teyrêkim nedî wek xom sefîh û hîçnefam

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  714 Dîtin
hîç teyrêkim nedî wek xom sefîh û hîçnefam
hênde nadan bûm bebê dane bepêy xom kewtime dam
teyrî dił ger bête perwaz bo cemałî diłberan
damî zułfe damî xał, meḧbes meqam û xoşmeram
xom le bîrim naye têkçû ḧałî piłimjirawî min
wek xeyatey zułfî diłber, wek şewî ’uşşaqî xam
xom le bîrim naye key espî ḧerûnî bextî şûm
hełmî girt û birdimî bo kêwî cefa serkeş, ne řam
xom le bîrim naye key bû şewqî yarim kewte dił
mîslî ew nûrey ke têkeł bê legeł leylî zulam
xom le bîrim naye key bû derdî ’îşqim kewte gyan
birdî çî derd bû le laşem dûrî kird řenc û sîqam
sed hezaran tewr û dewrim dî le xom da û ’aqîbet
mamewe bo diłxoşî nakes hejar û nabekam
’arî mizgewtim eger bim bê heway ta’at û zuhd
nengî meyxanem eger meyl kem be saqî û xemir û cam
diłxoşim yaran ke řêy mizgewt û meyxanem nema
řêy sêyem çake be qewlî şêxî cam pîrî humam
tahîraNasnava edebî ew řêye bigre ger be řastî ’aşiqî
bełkû lew řêda bigeyte wesłî yar û nam û kam