ke to hestay be terkim min le daxa cêbecê kewtim

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  1025 Dîtin
ke to hestay be terkim min le daxa cê be cê kewtim
demê destit negirtim ta be meḧrûmî le pê kewtim
heta diłdarî min bûy bo řezay to bext ebû gyanim
ke dił berdarî min bûy muflîs û bê xanexwê kewtim
wiłatî arezûy wesiłit beheşt û deştî geştim bû
emêsta wêłî hîcirim xełkî kwê bûm wa le kwê kewtim
witim ey dił: de řê ke, řê ke, řê kewtî legeł minda
bełam ḧeyfim le derdî terkî řêkewtit le řê kewtim
telef bû her be bas û hat û çû emřo û sibey ’umirim
le tirs lerzî cwabe tałekey pêrî û dwê kewtim
le beḧrî ’îşqida wek gewherêkî zor be qîmet bûm
wekû berdîş xerîdarim nîyen ax destî kê kewtim
le dawî mîḧnetî hîway xelasîm muşkiłe tahîrNasnava edebî
hemû tawanî dił bû, bê gunah bemcore têkewtim