be ebrot min le xemda wek hîlalim

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  745 Dîtin
be ebrot min le xemda wek hîlalim
be zułifit wale û aşufte ḧałim
be nazit wêłî sara û kêw û deştim
be çawit min giroy xêłî ẍezałim
be xałit piř suweyday mîḧnete dił
be lêwit zor geşe firmêskî ałim
be xendet lu’lu’î lalaye eşkim
be ẍemzet weḧşîye hoş û xeyałim
be řazit aşkiraye derd û daxim
be guftarit emin dem piř le jałim
be xoşît xestekey derdî fîraqim
be şadît berze girye û nałenałim
be ’ehdit bêbere nexłî muradim
be swêndit nasewabe řay wîsałim
be ’eqdit piř girê piř êşe řoḧim
be ḧeclet muflîsî wêranemałim
be cebhet řojî nakamîm demî da
be gonat hatuwe katî zewałim
be şoxît arezûm bê berg û bare
be maçit şerbetî amałe tałim
be bałat wişkeserwî baẍî şadîm
be dûrît nîwesûtî ten zuxałim
be peymanit qełay şadîm heřoja
be îqrarit bułende dad û qałim
be şewqî to ke sûta řoḧ û gyanim
be şołet hełpiřûza peřiř û bałim
witim puxtem wekû tahîrNasnava edebî le ’îşqa
keçî hêştake zor nadan û kałim