bo gułê perdey diłim piř bû le xar

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  776 Dîtin
bo gułê perdey diłim piř bû le xar
kes nebê wek min zebûn û dûr le yar
yar û yarîm dujminî řoḧ û diłe
diłnewazîm diłişkênî û gence mar
ba bibarê çawî min firmêskî xwên
bełkû ’ałem gişt bibête lalezar
ba le berqî ah û girmey hewrî ẍem
pêk bihênim her zeman fesłî behar
ba le germî sozî kîney sînekem
her wekû hawîn zeman kem piř şerar
ba le taney xelq û sûney ahî serd
yexbenan kem deşt û kêw û berd û dar
herwekû dewran minî aware kird
ba minîş xelqî cîhan kem bêqerar
min ke ma baxî umêdim bê semer
min ke keştî arezûm sûta be ar
min ke yaranim wekû maranî řeş
noşî minyan kird be nêşî piř le jar
sa penay dermałî kê bem bo necat
ẍeyrî ẍewsî e’zem û qutbî medar
seydî zumrey gîramî ewlya
serwerî pakan îmamî baweqar
řehber û qeyîwmî cumley kaynat
ḧayzî exlaqî ḧeq ’alî şu’ar
dostî ḧeq, meḧbûbî fexrî murselîn
warsî ’îlmî ledun, wałatebar
min segî dermałî ew şahenşehem
nîme tirsî şêr û gurgî řojgar
tahîraNasnava edebî bo řêze êskî xwanî ew
zor becêye ger bikey gyanit nîsar