pûłdan

pûłdan
Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 6 Xulek  815 Dîtin

řêbwarekan belez belamda têdepeřîn. hêndêkyan baristî kołebarî xem û pejare piştî çemandibûnewe û zamî awate xinkawekanyan cergî birîndar kirdibûn. be nêw çawanî piř gincewe ke wêneyek bû le jyanî sexłetyan, be berçawimda řadebirdin. norey desteyekî dîke dehat. ewaney ke tamî xemyan neçêştuwe û êş û zamyan nedîwe. lewlay şeqameke pîrepyawêkî mandûy damaw, destî le ejnu werênabû û le nîzîk kitêbe tozawî û peřpûtekanî danîştibû û bîrî dekirdewe û bew taseyewe ke bo kutał firoşêkî be têru nebuwe, cergî cergî dexwardewe.

pêm le řoyîn û çawim le řwanîn nedewestan. heke wa deřoyştim we bîrim hatewe debê biçim maşên be kirê bigirim û bira çikołe nexoşekem berme lay duktor le şarî wirmê. bo wergirtinewey pûł berew bang weřê kewtim. serdemî gořînî kopîn bû, xełk be nobe deçûn bo jûr. çûme naw sefeke, mindałêk heşt sałane le pêş min řawestabû, pûłdanêkî sûr û cwanî be destewe bû, hełî dexuland, têy řadema, lêy wird debowe. detkut çaweřwane pûłdaneke qise bika. herke şeqey pûłekanî gwê lê debû, bizeyekî dehate ser lêw. ew car le kelênî pûłdanekewe deyřiwanîye pûłekanî. ew pûłaney ke timen timen koy kirdibûnewe.

tafî mindałîm dehatewe bîr û êreyîm bew mindałe debird. çun pêm wabû detwanê bew pûłdane piř le pûłe be awatî mindałaney xoy biga. car car henaseyekî sardî hełdekêşa û xunçey pişkûtûy lêwî dejaka. demêk be bize û demêk be keser û kizey dił serincî deda, hestim bewe kird ke ewende pûłe natwanê awatekey bedî bênê û bîr kirdinewe le ew meseleye diłî sawa û naskî deşkênê. lelay danîştim û kutim:

― kuřî çak nawit çîye?

kutî:

― aram

kutim:

―ey bo daykit ya bawkit legełit nehatûn?

kutî:

―bawkim kargere û daykim... daykîşim mirduwe.

wişey «daykîşim mirduwe» wekû agirêk, polûy damirkaw û legřikewtûy diłî piř kułî geşandewe û firmêskî pê hełwerand. le pirsyarekem pejîwan bûmewe û bo lawandinewey diłî zamdarî, destim kird be qise:

―qeydî nîye aram gyan, hezaran kes wekû to daykyan nemawe, bełam pyawane řawestawin û gerçî xemî daykyane, bełam firmêskî bo nařêjin. to çend sałî dîke debî be pyaw. dezanî pyaw be kê dełên? bew kese bitwanê leser pêy xoy řawestê û cige lexuda pał wekes neda. eger ewřo eto legeł daykit hatbaye êre, mindał bûy ke çî êsta tenya hatûy. eto ewřo pyawêkî, çunke karî pyawêk dekey bełam eger degeł daykit hatbay mindałêk bûy. gewreyî û pyawetî be qełafet nîye.

aram çawe piř awekanî le çawim biřî û be hêmnî kutî:

mame, mindałekanî medrese hemû daykyan heye, bêcge le min, her emin bê daykim. ewê řojê, řojî dayk bû. hemû minałekan dyarîyan bo daykyan kiřîbû û deyanbirdewe mał, keçî emin nemdezanî çibkem. axrî çepkegułêkim kiřî û çûme ser qebrî daykim û kutim:

―daye gyan birya zîndû bay lêçkeyekî cwanim bo dekřî. nełêy aram etoy lebîr çotewe, na, daye gyan eto qet lebîr nakem. şew nîye xewnit pêwe nebînim. daye gyan ewşo zor zû denûm hetakû zûtir to bibînim. tûxwa lebîrit neçê daye gyan bêye kinim.

eger aram lewe zyatir dirêjey be qisekanî daba, xom pê řanedegîra, boye qisekanîm biřî û kutim:

―başe daykit bo mird?

kutî: sê mang lewe pêş bû daykim dûgyan bû řojêkî zor nařeḧet bû, babim çû mamanî hêna, bełam dayk tawletawê xeratir debû, mamanekeş deykut: hîç nîye. axrekey zor nařeḧet bû, birdiman bo duktur. duktur paş çend se’at řagirtin kutî: lêre çarey naye, çunke debê ’emel bikirê û lêreş nexoşxane nîye. daykimyan de maşênê na heta bîben bo şarêkî gewre. minîş be zor xom řegeł xist, lenêw řêga daykim mindałekey bû, bełam xoy mird. destî lenêw destimda bû eger tewaw bû. qet ew řojem lebîr naçê, lew řojewe min bê daykim, ew pûłdaneş yadgarî daykime û be bonî wî lêdê. ewdemî boy kiřîbûm qerar bû eger piř bû dûçerxey pê bikiřim. çunke deyzanî min dûçerxem zor xoş dewê. lew řojewe, ke pûłdanem danawe pûłim xerc nekirduwe û hemû pûłekem ko kirdotewe... řefîqekanim hemû dezanin min pûłim bo dûçerxe ko kirdotewe, dełên xozgem be xot û pêyan xoşe degełim bibin be awał. axe, qerar bû min sibeynê çerxî bikiřim, ewîş ewřo gwêm lê bû dewłet deyewê nexoşxane le şar saz bika. minîş pûldanekem hełgirt û hênam nexoşxaney pê saz biken. dezanî bo mame? dezanî bo? bo ewey kesî dîke daykî nemrê. dayk mirdin zor naxoşe mame.

îtir hêzim nemabû. firmêsk le çawanîda pengî xwardibowe û hêdî hêdî deřjane ser kułme geş û cwanekanî. be dengî lerzokî aram wexo hatmewe ke deykut:

―erê mame řaste dełên emin hetîwim?

gutim:

―na na, řołe; to hetîw nî, hetîw ew keseye bawkî nebê. eger ew carey mindałan wayan pê kutî nařeḧet mebe. çunke to nabê lebîrit biçê ke pyawî. pyaw be qisey mindałan peroş û tûře nabê. nabê qet bo daykit firmêsk biřêjî.

kutî:

―na, mame emin bo daykim nagrîm, çunke bûmete pyaw. boye degrîm dełêm: birya çend sał pêştir nexoşxaneyan saz kirdiba...