kurdistan

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 4 Xulek  883 Dîtin

tund hełdê, wek askêk ke řawçî şwênî hełgirtibê. tunditir, dełêy deyewê bifřê û ber le fiřîn dewr hełdegrê. diłopêk areqe beser gincekanî nêwçawanîda deda. hêndey nemawe bitkête xwar. sûke awřêk dedatewe. dewendeyek lêy nizîk debêtewe... nizîktir...

heta piştî germ kirdewe êsta îtir sêberî xenîmekey we pêşî kewtuwe. şerim le xoy deka. le şerman kem demênê bibête diłopêk aw. diłope areqekey nêwçawanî detkête xwar.

benaçarî çawî de sêbereke biřîwe. ew sêbere leber çawî dełêy cindokeye û sema deka. xo dekutê heta bîgatê. be hemû hêzyewe hełdê. wek bałinde bał lê deda bełkû bitwanê bifřê. ay çend xoş debû twanîbay...

dił xoşîy xoy dedatewe:

«ba bałîşim nebê, řenge pyaw bitwanê be laqekanîşî bifřê. ta detwanim, debê hênde tund hełêm, laqêkim negatewe ser zewî ewî dîkeyan hełgirim. debê le ḧeway laq lêdem».

herwa çawî de sêbereke biřîwe ke dewendeke bedway xoyda deykêşê. we dwa kewtuwe.

tûřeye. çawekanî awryan lê debarê û çîřeçîřî didanekan dê. dełêy ledaxan êsk û perasûy «ẍîret»y têk deqirmênê. ser hełdênê, nîgakanî berew xetî kotayî deřon û... le xetekeş têdepeřn. ay birya hengawekanî wekû tîşkî çawekanî, tîj řoyştiban.

řayełî nîga ko dekatewe û ta pêş demî xoy dênêtewe, her dûsed mîtrêkî mawe. eger herwa biçête pêş dořawe. lexeyałya zewî zar le ber yek debatewe û hełîdelûşê. hest be namoyîyekî seyr deka. tenya le wiłatêkî namo. nahomêdî serî pê dadexa. lenakaw çawî be nûsrawekey ser kirase werzişyekey dekewê: parêzgey kurdistan.

wireyekî taze peyda deka. dełêy mindałêkî le dayk hełbiřawe û lepiř tûşî daykî debêtewe. wexo dêtewe. pencekanî bo lay lepî dest xwar dekatewe. gerûy nahumêdî dekuşê... dekuşê... deyxinkênê...

katî maławayîy dêtewe bîr: daykî çawekanî be çend diłop firmêskî diřdongî şuşt û baweşî bo kirdewe. xoy hawîşte nêw baweşî. daykî pêy gut: řołe gyan, hîwadarim hatîşyewe, be serbiłîndî baweşt bo aweła kem.

dengî biłîndigo wek neşter le hemû azay bedenî řoçû, wexoy hênawe:

«çî way nemawe bo hêłî kotayî, tawêkî dîke...»

îtir areqey leşî be diłop nedejmêrdira. kirasekey teř bibû, teřayîy kirasekey nawî kurdistanî beser qelbyewe nûsandibû. diłî zor betundî lêy deda, gwêy bo şil kird, dengî diłî wek caran nebû. dengêk nebû, detkut milyoneha diłe. řaçenî, katêk zanî diłî hemû kurdistane le nêw diłîda lêdeda, wirde wirde hengawekanî behêz bûn. îtir hengawî dû kes, sê kes, deyan kes nebû... hengawî hemû kurdistan bû, berew pêşyan debird.

lexetî kotayî nizîk debowe, mewday degeł dewendey pêş xoy kem bowe û hankehankî henasekey gwê lê debû. tunditir hełdehat. ewende tund ke îtir hestî dekird wirde wirde le zewî cwê debêtewe û be laqekanî defřê, le ḧeway laq lêdeda.

degeł xenîmekey le yek xetda bûn û degeł xetî kotayî hengawyan mewda bû. daykî webîr hatewe û baweşe awełakey. baweşî awełay hemû nîştiman. dû hengawekeş hawêjran... kêberkê kotayî hat. dewende kurdeke le xo çû. agay le xoy biřa. biłîndigo ke kewte hawar...