yaddaştî kotre kêwîyek

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  533 Dîtin
le naw řîşî dewenêkda xom şardewe û
gwêm girt le berdî řewezê
taqe xemî berd ewe bû:
êste û dwařoj
lew şaxeda hîç řeweze berdê nebê
le ast ewda ser hełbiřê û
lew beriztir!
le berokî êwareda xom şardewe û
gwêm girt le cogele awê
taqe xemî aw ewe bû:
em key ebê be lafawê û
lem werzeda
řojê zûtir
cogekanî tir qût eda!
lenaw qijî tem û mijda xom şardewe û
gwêm girt le řazî bulbulê:
taqe xemî em bulbuleyş her ewe bû
le wiłatî řengawřengî goranîda
êste û dwatir
hergîz dengê peyda nebê
le xoy xoştir!
le pişt milî kentorêkda xom şardewe û
gwêm girt le awêney cwanê
taqe xemî awêneke her ewe bû:
kwêr bê û bişkê û
wird û xaş bê û
bełam ew řoje nebînê
leber ewda
le perîxanî şajnî
jinêkî tir hebê cwantir!
le dwayîda, wîstim biçme pał sinûqe fîşekêk û
le sêberya xom ḧeşardem..
gwê le xwênî mêjûm bigirim
ke her mêjûy xom kuştuwêtî û botan baskem!
gwê le gerdinî peřîwî xom řabgirim
ke her destî xom peřandî û botan baskem!
 
gwê le sêdarey dengî xom..
ke her xom bûm be sêdarey..
gwê le zîndanî xewnî xom
ke her xom bûm be zîndanî û botan baskem!
bełam tifeng..tifeng.. tifeng..
pêy zanîm û firya nekewtim hełfiřim
be dû bałî şikawewe..
le berdemî ewda kewtim!.