bełên

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  1394 Dîtin
xatû çîller hemû sałê le zistanda
bełên eda be befir û ba
emcareyan destekanî dyarbekir
bika be kotere darû
kerit kertî ka û
bîhawête kûrey agir!.
 
xatû çîller hemû sałê le beharda
bełên eda be gijugya
emcareyan serî dersîm bika be tace gułîney
zirêpoş û
fiřêy bate berpêy supa!
xatû çîller hemû sałê le hawînda
bełên eda be diřk û dał
emcareyan (wan) kwêr bika û
 
xec û syamend nehêłê û
leber małî etaturka
bîka be kernevałî sał!?
 
xatû çîller hemû sałê le payîzda
bełên eda be xezan û geła řêzan!
swênd besere řûtawekey «weten» exwa..
swênd besere bê milekey ’edalet û ḧuřîyet û
swênd besere xwênawîyekey estêre û mang..
emcareyan dwa baregay dengiman bigrê û
dwa mêjûman buwerênê û
dwa řûbarman bixinkênê û
dwa dozexîş bo şax daxa!
 
xatû çîller.. taqe jine
sê mang carê
sałî çwar car
le diro pyawî ’eskertar
kuř û kiçî
keř û kwêr û łalî bibê!!