şî’rêkî lał

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  434 Dîtin
sed û heşta û dû hezar.. xem
sed û heşta û dû hezar.. dem
sed û heşta û dû hezar.. xew
xem be denûk germyanî kunawder kird
kurdistanim bû be şimşał
mêjûyşim nay be lêwyewe û
werzî pêncemî enfal û
ełławeysî řagwêzrawî lê kewte xwar.
îtir minîş lew řojewe
şî’rêkim lał
îtir minîş lew katewe
memleketî xołemêş û xewnekanim
buwe be şewî genim û coy
şwên bizrî
hezaran çał!.