řew- beẍda

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  919 Dîtin
eme bahozî mirdine?
yaxud kostêkî bałdare
bem beyanîye xewałuwe
le derbendî beharêkî tirsawewe
be nêw tan û poy hawar û zirîkemda
e’ajwêt û
tîjtir le çawî şeytan û
řeqtir le tołey teter û
montir le qaqay holako
berew kawlaşî řûnakîm da’egeřê!
*
eme bahozî mirdine?
yan tepawtilî mêjûme?
yan xil bûnewey dozexew
le tewqeserî beheştî
wiłatêkî bêxwawend û kesasewe
berew řoḧim da’egeřê!
*
lem merge sardeda
be lûze û
be lûze û
şaranim eřjêne naw çya û dołewe û
wek xwênî baxanim kut û piř emeyên!.
lem werze wêłeda
her be pol
her be pol
le şewî zerde «ba» û
baweşî befrêkî řeşpoşda
wek kotir
mindał û
karjole û
pelke gyam
hełałe û goranîy û şî’rîşim
řeq hełdên!.
lem mêjuwe tarîk û qûłeda
be hêşû
be hêşû
goy memk û gêlas û
temaşa û hawarim
ewerên!
*
ebînin?! wa dîsan řaburdû
be xoy û goçanî tarîkîy destyewe
dêtewe nawman û fû eka
le çiray dîwarkoy řoḧman û
se’atî hetawî dwařojman edzê!
ebînin?!
beẍda dawe û.. keçî qaçim eçê bo lay,
beẍda petî sêdareye û keçî milim eçê bo lay.
beẍda perdaxê jehrawew
keçî destim wa xerîke hełîbgirê.
beẍda diroyekî lûse û
keçî demim wa xerîke qûtî bida
beẍda tateşorî guł û heqe û keçî
minîş eykem
be awêne û be încane!.
beẍda qifłêkî jeng girtûy
le zarî ’êraq dirawe û
min emewê be didanim bîkemewe.
beẍda tořî maf girtine û
qulape bo zerdexeney
kanî û zinem
keçî masîye sûrey diłim
wa xerîke pêwey bibê!.
de biřwanin:
sûřanewey heman bazney çeqoye
be çwardewrî seru milma.
geřanewey tarmayî heman dałaşî xelîfeye.
hatnewey heman dołpaye
girtinewey heman petaye.
debare bûnewey heman
’îşqî kwêr û faqey řêye.
bîst bare bûnewey heman
bełênî: şîr û şimşêr û
geştî «simko» û
dwa şêwî seray «şino»ye.
çil bare bûnewey heman
le bêjnigida awhênane
şest bare bûnewey heman
maçî nêwan jehir û nane
sed bare bûnewey heman
dîmenî ew kursîyeye
ke pêkenînî «qasmilu»y
leser danîşt!
sed bare bûnewey heman demamkî carî carane
heman.. heman
heman teqînewey êwarekey «ḧacî homeran»e!!