hejîn

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  1344 Dîtin
be bałebanî çi janêk bitjenim?
bitnêm be lalêwî kam şwanî ḧesret û gunahmewe?
ta bîstinim be baranî em dozexe şîrîne
guł gułî û teř û paraw bê?
be kam řegî têr aw be azar, pijupot şêt bikem?
bo’ewey le xaçî em bała sûrey asomewe bi’ałên?
le pêdeştî em gumane zerd û berîneda
kam espî yeqîn bi’ajwêm?
bo ewey bigeme hewarî xołemêşt?
 
natwanim bitjenim û bitkem be bałî efsaney řwanînim
heta diř be abłoqey em werze nêze be destane nedem,
abłuqey: hewese zêřînekan.
abłuqey: demamk.
abłuqey: kitêbe çekme le pêkan.
em beyanîye destî xom
le kotî şanî xom azad kird û
pêm wit: biço
«ba» leser «aw» binûserewe
gerdelûl bixiwênerewe
sakarîy bike be tem û mij.
şewezeng hełhênce
bo hełtekandinî burcî syay ferhengekan
bûmelerze be.
sîḧrî şî’ir bew sirûşt tewq ke.
řêy nehatê bigre ke wityan pya meřo
le řwałetî be birîq û baqî gełakan geřê û
berew binc dageřê.
 
pêm wit: biřo û gwê medere «ser»m.
«ser»m: ew sułtaney ta em çirkeyeş
herxoy le kifnî tarîkistanewe pêçawe û
be diłnyayyekî gewcanewe heta êsteyş
le nêw tabûtî pende bwêrşekanda řakşawe.
biřyarim da, em beyanîye, wa bitjenim.
biřyarim da: dest bikeme gerdinî meḧałî ew dîw sinûrekan
çwarçêwekan feramoş kem
gerdûn bênme nêw çawanmewe
be bałî fiřînêkî bêkotayî ewînit bikem be asman.
 
pencekanim bereła kird:
bo ewey şar û şaroçkey em «zimane» bihejênin
ew dîware nefretîyane biřûxênin
ke qamûsî tarîkîy û wişey nokerîy dest leser xencer
seqamgîrî kirdûn.
qełem be dewrî kaẍezda kewte ḧîle:
dwatir bûme yawerî û becûte
milî bin bîfe tirsinakekanî ewînman girt.
bałe xwênawîyekanî qełemim dagîrsand
ew bałaney wek baskî dastanekan
sirewtyan bo nebû.
lew hawarane eçûn ke le dûřyanî
nemrî û bizirbûnda
be meḧałî bexşinde,
be tirsî êsk sûk,
be mirdinî be şořş řazawe,
egen û maçyan eken.
mêjûş xêłî tołe bû.
demî biřindey ew yasa berdînane bû
ke hemû řojê leser sekoy xwayekî diłřeq
wekû askêkî peřagende û lanewaz, seryan ebřîm.
bełam min dway hemû serbiřînê
heł’estamewe serpê
dîsanewe řûm ekirdewe: řûgeyekî tazey to.
gyanî nwêxwazim.. gyanî geřîdey řecim kirawim
wekû «semender»
dîsanewe be xewn û goranî û sema
heł’egîrsayewe, da’emirkayewe, heł’egîrsayewe,
řêgem
řêgey ewînî řût û řecałim:
bo awî tînû,
bo gułe genmî birsî,
bo pirşingî wêłî bê enwa.. ekirdewe.
hîwam
rafzîyekî ’aşiqî bêpişt û penaye
sozekanî «ḧellac» nawkyan biřîwe.
min seretay ew yaxî bûney mergî xom..
seretay ew şêt bûney destim le bîre:
katê pencem leser girdołkeyekî şewezengî ziman
kewte qaspe qasp û xwêndinî řengaw řengî
be gwêçke na’aşna û be çaw namo.
lewsawe îtir yekemîn hêłî kazîwe
le minałdanî «řisteyekî nwêda»
serî le qełem cuqaw be nefret kira.
ewsa minîş nefretim
le yekemîn ledaykibûnî şêwênrawî xom kird.
befrî řwanînêkî nwa barîwim
pêşkeşî bûnim kird:
ke le gerûy sêdarekanmida zabûn.
" ew sêdaraney hemû şewê
le jûrekemda řîz ebin"
le firmêskî ew gułe namoyaneda
«ke le sermêzekem.. heł’eqûłîn»
lew nîştimane girmołeyeda
«ke serî le gwê qebrî çirpakem elerzê»
carêkîtrîş guřim bestewe
guřbestinewey şeytanêkî diłnermî bazołe estûr.
bêbak bûm, bêderbest.. le çawî
ew wişe- casûsaney
şwên pêy şepolyan hełgirtibûm.
bêbak bûm, bêderbest le dawî
ew «zarawaney» bo xeyałim nirabûnewe.
îtir ewsa
«qena’et»m wek bilîtî «yansîb»êkî dořaw let û pet kird.
zemanim wek se’ate jeng girtuwekem şikand.
be hewênî tîşkî em beyanîyeyş
nanim bo xoşewîstîyekî hejar û bê dałde û
nîştimanêkî aware kirdewe.
ew desteyş ke bełênî
hejîn û bûmelerzey be «ziman»dawe
baranî xewn, le heřetî têkşikan û heresda
leser tem tûman enûsêtewe.