hełbijardin

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  562 Dîtin
lenêw hemû kitêbxaney şewda
min yek kitêbim hełbijard:
ewîş yaddaştî tenyayîy
estêreyekî ẍerîb bû!.
lenêw hemû goranîyekanî çyada
min yek goranîm hełbijard
ewîş goranîy azadîy
darbeřûyekî şehîd bû.
lenêw hemû xewnekanî yadgarda
min yek xewnyanim hełbijard
ewîş xewnî zerd û sûrî
mindałîy bû.
bełam min xom
ne ewînî xakuxołî
kurdistanim hełbijard û
ne ewînî çawî daykim
keçî herdû, le gişt ewînêkî dîkey
dinyay gyanim
řûnaktir û
gerimtir û
gewretir bûn!