kurtîle çîroke şî’rê

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  632 Dîtin
hat řawesta
terîk le jêr
dar narincêkda řawesta
sebetey pûşî piř gułîş
le baweşda
tenha seyrî řojhełat û
se’atekey destî ekird..
heta şemendefer geyşit.
hemû pyawekan dabezîn
hemû jinekan dabezîn
hemû mindałan dabezîn
ta şofêrekeyş dabezî
ewey dyar nebû her «ew» bû!
ẍemgîn.. ẍemgîn
temaşay gułekanî kird.
bo hatnî norey duwem şemendefer
yekêkîtir hat řawesta
ewîş betenha her seyrî řojhełat û
se’atekey destî ekird
ewsa em çuwe layewe
bebêdengî sebetekey daye destî û
înca řoyşit!