çał

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  788 Dîtin
maweyeke
«gořhełkene»
hawřême!.
şew direngan
ke zewîy nûst, egate lam
dest be kilkyewe egirim û
îtir emba
berew qaqiř:
wiłatî xoł..
kîşwerî lim,
gořhełkeney tîjtir le «ba»
emba û emba
heta nizîk baskî «si’ud»
ejnoy «si’ud»
lewê yek yek embate ser:
gořî be komełî: bax û
gořî xewn û
gořî çawim û
hezar
hezar
hezar
çałî cergî «ełławeysî» û
çałî memkî «kiras zerdê» û
çałî şî’rî ser biřdirawim
nîşan eda!.