şakîr fetaḧ

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  370 Dîtin
peyjeyek bû barîk dirêj
heşta pile.
simorey kurte çîrokî em zimane
beser piley ewda serkewt.
em peyjeye
piley şikawîşî hebû
xoyşî ena be dîwarî kartonewe
bełam dwasat, bełam dwacar
em peyjeye
xoy řatekan
le qaçî beẍda yaxî bû
ke wextêkîş belada hat
serî peyje geyştibuwe «gelawêj» û
şakîr fetaḧ leserbanî
hemû małêkî ewînî
em kurdewe dengî ehat!