se’atî qamîş

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  381 Dîtin
êste lew zongawaneda
le xwarewe
xem le qamîş
hemû řojî
be hezaran se’atî xwên dirust ekat
bo apûrey hejaranê:
ne destyan mawe ta bîkene destyan û
ne çawyan mawe takû seyryan biken û
ne małîşyan mawe ta hełyan buwasin
ew se’ate qamîşîyane
le zongawda
be tewqîtî celladeke
her katî merg nîşan eden!