sê kursî

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  486 Dîtin
kursyekey bergełu
kursyekey ewrupa
kursyekey perleman
leser yekem serim bû bû
be çetrî gułe kêwîle û
jûrî juwanî bałinde û
colaney xewnî serdaban.
leser duwem serim bû bû
be semagey nîweşewî
leş û larî şî’rî řût û
epartimanî şûşebendî řengawřeng û
ḧewzî meley perîstan û
qewanî caz.
leser sêhem serim buwe:
be bazgey gumirgî dizîy û
sayloy xałîy le genim û
tenekey newtî betał û
tayey qaçaẍ!