diz

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  400 Dîtin
her beyanîyek heł esim
lem małeda, şitê, endamêkî leşim
dyar nemawe:
perdey jûrî gwêçkeyekim
sîmî demarêkî diłim.
kiławzeřî ejnoyekim.
řadyoy quřgim.
pencerey naw bałaxaney sîyekanim.
berdî meřmeřî didanim.
telî řîxołe barîkem.
dartelêkî qaçekanim.
ta dwacarîş mirwarîy çawêkyan dizîm.
her beyanîyek heł’esim
le m małeda, şitê, endamêkî leşim
dyar nemawe
kê eyanba û bo kwêwe çûn?!
emřo şebeqîy dizim girt
leser çirpakem girtimin
dizekanîş, way karesat, dizekanîş
her de pencey desim derçûn!.