darî jałe

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  544 Dîtin
her ełêy darî jałeye
be kirasêkî sûrewe
le sûçêkda řawestawe.
emřo êre
serapay em «enqere»ye
bonî çekme
bonî qeme
bonî etaturkî lê dê!
min ser berew jûr bûmewe
çarekêk û geřamewe
kirasî sûr
darî jałe
çaweřwanîy
dyar nemabûn
le cêgey ew, řojnameke
lenaw xwênêkî tazeda
ba peřey heł edayewe û
le penawe
çawî min û şeqamî çoł
eyxiwêndewe!.