xem û xem

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  759 Dîtin
- beyanît baş befrî hawřê!
bo tenyayîm çît hênawe?!
- xemêkî sipî!
- nîweřot baş nimey baranî ẍerîbî!
bo tenyayîm çît hênawe?!
- xemêkî teř.
êwaret baş bay bêdałde!
bo tenyayîm çît hênawe?!
xemêkî tîj.
- şew baş bałindey tarîkî!
bo tenyayîm çît hênawe?!
- xewnê, ne befrî tya enwê û
ne baran û ne ba û
ne tenyayî û
ne çawekanî şa’îrê!