cwane diřindeke

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  427 Dîtin
tansoçîller!
tabloyeke le qijî zerd
dûçawî mest
le gerdinêkî kafûrîy û
singêkî berz.
tansoçîller! tabloyeke
le asmanî leşêk sipî
wird berewe!
lew qijeda telbendî diřkawîy şewu
lew çaweda nûke sûngî û
lew mileda ełqey pet û
lew singeda narincok û
gulle top û
serî biřawim ebînî!.
baş gwê bigre
le asmanî ew leşeyşda
qîjey awim û
qîjey daykim û
zirîkey mêjûm ebîsî!.