bełam

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  606 Dîtin
min ezanim eger êste
gułegenim bête qise.. bête duwan
be xerman dax heł eřêjê
le dest êmey
gewre kursî û
gewre çek û
gewre gîrfan..
min ezanim letaw harbûnî nan û aw
letaw dizî dest û pence
letaw berazî syasî û
letaw qirjałî qaçaẍçî û
letaw řûxsarî «muzewer»
eger şeqam bibziwêt û destikatewe û
hełsête pêyan
řenge dirextiman têbgirê
řenge ’emûdman têbgirê
řenge peyker û pêplîke û
çetrî pas û
řenge şosteman têbgirê
bełam min eweyş ezanim
êste.. êste
ke bêdengîy gułegenim û
ke bêdengîy şeqamekan
be tenha her
leber çawanî azadî û
nehatnewey
ejdîhake û kulley beẍdaNava taybet û
qaçî be’isNava taybete!