bo dû mîwan

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  522 Dîtin
leser berdê
beyan pirçî baranêkî ehonyewe.
le defterî mêrgêkîşda
baranîş coge şî’rêkî enûsyewe.
le colaney şepolîşda
şî’rîş bedem semay wişe û dirextewe
bo dû diłdarî mîwanî
dîwanî baran û kej û
xewnî berd û
asmanêkî exwêndewe.