êwareyek

Li pirtûka:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  623 Dîtin
hezar řêkewt, bûn be hezar
şewî miqest
bałyan kirdim.
hezar řêkewt, bûn be hezar
destî kost û
qifłyan kirdim
hezar řêkewt, bûn be hezar
dare meyt û
hełyan girtim.
bełam taqe řêkewtekey to bû
êwareyek
bû be asman
bû be kilîl
bû be lanke û
bûm be şî’rêkî nwê tir û
dem be goranîy hatmewe!