tabloy yekem

Li pirtûka:
Kawey Asinger
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 7 Xulek  1754 Dîtin
«cêga gořistanêke û mangeşewêkî xoş, zêmrî û zamawa xerîkî goř hełkendinin».
zêmrî:
«dway ewey pişûyek edat û maweyek le mang wird ebêtewe».
tirîfey mang zerdexeney
lêwî wişkî piř le tewse
pêłûy qursî piř wenewze
temaşay key
her be řengî zerdya dyare
ełêy mirdûy sed sałeye!
zamawa:
seyr nîye ewîş parçey
derûnî em wiłateye
be dway xema awareye
çiray kizî şewezengî
em xakeye.
- pişûyek -
zêmrî:
başe takey em bełaye
motekey řeşî ser sing bê?
zamawa:
le mang pirse!
bo bêdeng bê
leber çî nayete qise?
zêmrî:
ewîş wek ême weřse!
zamawa:
ey qurbanîman nedaye
wird û dirişt
nemanperest
ta řizgar bîn lem bełaye!
zêmrî:
aramîy gişt firîştekan
tûl ekêşî, xwa her waye!
tołey direng ekatewe
zamawa:
«be tewsewe»
carê her pîş exwatewe
«be řiqewe»
biřwam be asman nemawe
biřwam be «simkan» nemawe
le kwên? le kwên?
zêmrî:
qaw biławe xełkî ełên
kwêr buwe çawî ehremen
zamawa:
diro eken, diro eken
çaw, zînduwe
nemirduwe
ey nabînî hemû řojê
çend ekujê, çend enêjê!
zêmrî:
wambîst dwênê şew le xewa
«zû» firsetî lê hênawe
le nakawa
be denûk çawî kołîwe
be çing cergî hełdiřîwe
lepaşana hełfiřîwe
ta lay «simkan» newestawe
zamawa:
to bê’agay «zû» kujrawe
min pêm witî
biřwam be simkan nemawe
hîçî nekird
ême xoman tefre dawe!
- pişûyekî kurt -
bo wa xawî? dey hełkene
des bizwêne
bes bê çene
zêmrî:
toş noret dê
ehremen qurtumit bigrê
zamawa:
emtirsênî
deba bîgrê
- pişûyek -
«ledway lêdanî mosîqayekî tirsinak, sê kaseser le jêrewe berz ebnewe, zêmrî û zamawa řa’eçłekin û eşłejên»
kaseserî yekem:
bes çene ben, dey hełkenin.
kaseserî dûhem:
êwe dostin yan dujminin?
kaseserî sêhem:
gořhełkenî ehremenin.
«herdû gořhełkeneke heł’esne ser pê û nizîkî kaseserekan ekewnewe»
zamawa:
meřon, meřon, çend pirsyarê
em pêm ełê
simkan tołe ekatewe
le derûnî pîs û napak
le marî şanî ejdehak
zêmrî:
min wa ełêm, bełê waye
her ew tołe ekatewe
her ew le serman la eba
em bełaye
kaseserî yekem :
pirsyartan kird le řeşeba?
le mang, le estêre, derya?
zamawa:
nema pirsyarî lê nekeyn
dałdey xomanî bo nebeyn!
kaseserî dûhem:
ey le paşda, le encama?
kaseserî sêhem:
çarenûsî êwe çî bû?
zamawa:
weram nebû!
zêmrî:
weram nebû!
- pişûyek -
kaseserî yekem:
xotan zîndûn
pirsyar le mirdû bo eken!
kaseserî dûhem:
pişt le yektirî hełmeken
xermanî yek mesûtênin!
kaseserî sêhem:
be weramî encam egen!
«herdû gořhełkeneke be gwêy yekda eçirpênin, zamawa řû ekate kaseserî yekem»:
zamawa:
şêwet ekem
bełam tewaw natnasmewe
to ...
kaseserî yekem:
min etnasim
hemû carê yadit ekem!
êsta bîrit exemewe
min dirawsêyekî xotanim
kuře gewrekey «ananim»
mêşkim derxiwardî marekey
newsinî ejdehak dira
wam lê kira!
çend tawan bû!
wam lê kira!
zamawa:
a, řast ekey
par zistan bû
zêmrî:
emîş wekû hezareha
bêtawan bû
- pişûyek -
«zêmrî řû ekate kaseserî dûhem û sêhem û lêyan eçête pêşewe»
ey êwe kên?
kaseserî yekem û dûhem:
«be yek deng»:
kuřî kaweyn
ḧewt bira bûyn
pêkewe zincîr kirabûyn
şeşman bo mar bûyn be xorak
ta çak bêtewe ejdehak
bełam bêsûd, mar ta ehat
newsin û birsîtir ebû
bo mêşkî tir hartir ebû
êstaş ême:
tenha yek biraman mawe
zamawa:
kawey bawkîştan her mawe?!
zêmrî:
řaste carê ewîş mawe!
- pişûyek -
«zamawa řû ekate kaseserekan»
zamawa:
xełkî mêşkî seryan birdûm
hênde pirsyaryan lê kirdûm
ebê weram lay êwe bê
bełam řûşkênim meken
le pirsyarekem řameken
«her sê kasesereke:
«be yek deng»:
fermû biłê
eger weram lay ême nebê
řast pêt ełêyn
çunke dujminî xwênexwêy
řya û diroyn
zamawa:
ledway mirdin
zîndûbûneweman heye?
carêkî tir
hatneweman îtir heye?
yan qiseye!!
«her sê kasesereke:
«be yek deng»:
be xełk biłên jyanewe
hestanewe
carêkî tir, řaste heye
bełam tenha ew kateye
ke ejdehak
enêne xak!
«her sê kasesereke win ebin»
- pişûyek û sersambûnêk -
zamawa:
nîweşewe, çendiman hełken?
zêmrî:
her tenha den!
zamawa:
hêzim biřa, hêzim biřa
zêmrî:
bes çene be, her hełkene!
eme xwastî ehremene.
- pişûyek legeł hełkendinda -
«sê řêbwar dêne jûrewe û dyare le řêgayekî dûrewe hatûn be lay gořhełkenekanda tê’epeřn, pêş têpeř bûn katê egene layan»:
řêbwarî yekem:
simkan hêz û tîntan batê
řêbwarî dûhem:
înkî çawî diłtan batê
řêbwarî sêhem:
anlîl feř û pîttan batê.
zamawa û zêmrî:
«be yek deng»
marî newsin netangatê!
zêmrî:
le kwê hatûn bo kwê eçin?!
řêbwarêkyan:
le lay pîremegrûnewe
bo lay pîrî řa û tedbîrî
gewrey êre kewtûyne řê
zamawa:
«maşo» řêgetan pê negrê!
«tê’epeřn, yekêkyan egeřêtewe be dengêkî nizim řû ekate herdû gořhełkeneke»:
řêbwar:
marî ser şan her zînduwe?
ejdehak ełên hîlake?
ehremen le pê kewtuwe?
zêmrî:
«be gałte pêkirdinewe»
diroy gewreyan kirduwe
ejdehak zirpuzînduwe!
mar çwar serî zyad kirduwe!
«řêbwareke bepele eçête derewe»
- pişûyek -
«herdû gořhełkeneke dest le îş heł’egirin, çaw ebřine asman».
zamawa:
to biřwane çon estêre
çawyan biřîwete êre!
zêmrî:
nehênîy êre ezanin
zamawa:
«nana» mate
her bêdenge
bełam êcgar şoxuşenge
çawî piř tîşkî awate
zêmrî:
ey «enanî» estêre û mang
ey xwawendî hemû asman
kwa mijde û bang?
were xwarê
lem nizîkewe bibîne
lem xakeda xwên ebarê
xot bibîne ke ehremen
çon le dołî kîne û řiqa
dił ehařê, guł ehařê
were xwarê, xot bibîne
zamawa:
min pêm witî:
heta enanaş keř buwe
zêmrî:
to tênagey
ewîş diłî piř birîne
şîn egêřê
bo efsaney em zemîne!
- pişûyek -
zamawa:
«be goranîyewe be awazêkî matemîn»
pepû ełê: em wiłate
lejêr bałma keşumate
em wiłate ser ta xwarî
çya û pêdeşt û řûbarî
kelawey weyşûmey mine
hemûy tapoy xemî mine
ehremen dostî dêrînme
- pişûyek -
ejdehak awazî mine
mêşk bo marî serşanî
hîwa û xozge û nyazî mine
şwênim, maşoy lay mirdine
em wiłate tapoy mine
tapoy mine, tapoy mine