96- ’eleq

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  520 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) wa benaw perwerindet! ke zîndewer karî ewe.

2) cisnî miroy le ciłteyê wedî hêna.

3) bixone ke xudanî to le her kes dehnidetre.

4) ew xudayey be hoy binûsî řahêna.

5) miroy le şitê řahêna ke zûtir pêy nezanîbû.

6) nexêr, dyare miro serbizêwî deka;

7) katê dîtî le xełkî dî bê nyaze.

8) dyare bo lay perwerênte geřanewe.

9) axo ew [zelamet] bînî berî degirt,

10) le bedeyê ke xerîk bû nojî dekird?

11) kû ebînî eger leser řasteřê ba,

12) yan fermanî be lexudatirsî daba?

13) hîç bîrit lê kirdotewe, eger baweřî nehêna û řwî wergêřa, [xoy tya deba]?

14) meger ew neydezanî ke xuda debînê?

15) na, er her wazî nehêna, le pêşeserî denewîn;

16) pêşeserî dirokerî xetakarî.

17) deba ewsa hawar bo yanekey berê.

18) êmeş gizîrî dojehî lê deng dedeyn.

19) hergîz peyřewî lew meke û sujde berew nizîk bewe.