95- tîn

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  487 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) sond be hejîr, be zeytûnîş,

2) sondîş be tûrî sînaye,

3) bem bajêřeş ke metirsî weber naye,

4) ême miron le řêktirîn şêweda wedî hênawe.

5) paşan gêřawmanetewe bo piley here berejêr;

6) mer ewaney baweřdar û akarçak bun, ke padaşyan dwayî naye.

7) [sa ey miro!] çî toy desxero kirduwe ke jînewet pê diroye?

8) axo xuda le hemû fermanřewayan baştir be karan řanaga?