71- nûḧ

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  542 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ême nûḧin beřê kirde lay hozekey, ke: hozeket bitirsêne ber lewe tûşî azarî bejan bibin.

2) witî: gelo! min bo êwe tirsênerêkî aşkiram û [pêw êjim]:

3) xwaperistî biken û lêy bitirsin û be gwêm biken.

4) le gunahanu deburê û detanhêłê ta maweyê dyarî kiraw; çun herga xwa akamî hat, we dwa naxrê, birya ewetan zanîba.

5) witî: ey perwerindey min! be şew û řoj bangim kirdin,

6) bełam be bang kirdinî min, pitir le pêşû řewek bûn.

7) herçendî min têm geyandin, ke to le gunahyan bibûrî, goşî xoyan be tiblekanyan axnî û xoyanyan de cilkan pêça û pêyan dagirt û xoyanyan zor be zil zanî.

8) hemîsan be dengî berz bangim kirdin.

9) le dwayîşda, be aşkira û penamekî têm geyandin.

10) her pêm gutin: daway burdin le perwerindetan biken; ew bêguman zor lêbure.

11) ta le ḧewawe baranêk pełedertan bo binêrê.

12) be darayî û be kuřanîş yarîw bida û baẍatû bo peyda bika û cobartan bo wedî bênê.

13) çon le şikoy xwa natirsin?

14) keçî êwey pileple wedî hêna.

15) axo be çaw netandîwe çito xuda ḧew berzayîy - twê leser twê - afranduwe?

16) lenawyanda heyvî tirîfedar kird û xorîşî kirde çirayek.

17) her xudaye êwey lem zemîne řwand, be řwandin.

18) paşan dewbatewe nawî û dîsan derû dekatewe, be derkirdin.

19) her xudaye herdî bo kirdûn be řayex;

20) ke hûn le řêge pan û berînekana, bên û biçin.

21) nûḧ witî: ey perwerindem! emane le min yaxî bûn; emane şwên kesê kewtûn ke saman û firzendanî - ẍeyrez zerer - hîçî lewan zêde nekird.

22) fêłîşyan kird; bełam fêłêkî canane.

23) witûşyane: lewaney peristûtanin meteknewe û hergîz le «wedid» û le «swa’» des ber meden; le «yeẍus» û «ye’uq» û «nesir»yiş her wetir.

24) zorîşyan gumřa kirduwe; de toş - becge le gumřayî - hîçê lem sitemkarane zêde meke.

25) beranber be gunahekanyan, be aw xinkan; ewsa xirane naw agir. îtir lem xudaye beder, yarîderyan peyda nekird.

26) nûḧîş witî: perwerindem! lem ser herde ewkesaney to nanasin, cûqewaryan lê mehêłe.

27) çunke eger byanhêłî, ’ebdanit gumřa deken û her zaroyekîşyan bibê, tawanbar û sipłe debê.

28) perwerênim! min û dak û babî min û ewaney be baweřewe le małimdan û pyawekan û jinekanî xawin baweř ’efû bike û naheqanîş be carê terit û tûna ke.