70- me’arîc

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  561 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) yek daway kird azarê bê,

2) bo le xuda bedûrekan, hîç lemperî neyete ber.

3) le xway xêwî çend pilewe.

4) firiştekan û cubřa’îl le řojêka berew ew pê heła deçin, ke řêy penca hezar sałe.

5) to xo bigre bexogirtinêkî pesind.

6) ewan be dûrî debînin.

7) êmeş nizîkî debînîn.

8) řojê ’asman wek ḧelandî kanza debê;

9) kejanîş wek hirî debin;

10) awał le awał napirsê;

11) leber yektiryan řadenên; tawanbar fire ḧez deka - bo řizgarî le azarî ewê řojê - lebatî xoy, kuřekanî,

12) hawserîşî, birakeşî,

13) ew beşe le hozekeşî - ke ew de penay xo degirin -

14) herçî leser zewîş heye, giştî bida û řizgar bibê.

15) hergîz nabê, eme biłêsey agire.

16) pêstî ser azay endamî dadeřnê.

17) bangêştinî kesê deka ke piştî kirde dînewe û awřî wê nedayewe;

18) ewe ke koy dekirdewe û deyxiste naw sinûqewe.

19) bê so miro bê tabişt û zor çawçinok, çê kirawe.

20) her tûşî naguzûrî bû, hawar deka.

21) eger dekewête xoşîş, çikûsêke.

22) megîn ewaney nojxonin;

23) ewkesaney qed nayełn nwêjyan biçê;

24) ewî le samanîşyanda beşêk heye,

25) bo parsek û dûrebeşan;

26) ew kesane ke biřwayan be řojî seła heye;

27) ewaneş ke le azarî perwerênyan nîgeranin;

28) ke azarî perwerênyan, bo arxeyan bûnê nabê.

29) ew kesaney ke cê şermyan deparêzin;

30) megîn le řûy jinî xoyan yan ewaney kenîzyanin, ewsa serkone nakirên.

31) sa her kesê beder lemane bixiwazê, ewane le qas laderin.

32) ew kesaneş ke řagrî amanetî û bełênyanin;

33) ew kesaneş şayetî beřastî deden;

34) ew kesaneş ke leser nimêjekanyan çawedêrin;

35) ewane lenaw baxanda be řêzewe wergîrawin.

36) dey ew bêdînane çyane? dêne lat û be monêkewe deřwanin.

37) deste deste le alîy řast wiçepewe.

38) axo her yekêk lemane betemaye ke biçête naw beheştî be xêr û bêr?

39) hergîz naşê; ewan bo xoyan dezanin ke le çîman dirus kirdûn.

40) sa swênd exom be danerî xorhełat û xor’awayan, ême le wizemandaye,

41) ke byangořîn û çatryan bênîne cê; kes pêşî êmeş nakewê.

42) sa to lewane wazbêne ba her çeneçen biken û gepê biden, ta tûşî řojî xo debin ke wa bełênyan pê edrê.

43) ewê řojê le gořistan dêne derê, hênd bepelen êjî berew bitan deçin.

44) çawşořn û sûkayetî dewrî dawin; eme îtir ew řojeye ke wa bełênyan pê dedra.