şetî eşkim debê her bê be řûma

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  812 Dîtin
şetî eşkim debê her bê be řûma
heta bê beḧrî (aqdanîz) be (řûm)a
dezanî çone eḧwałim le hîcirit
wekû tîşnem lenaw beḧrî zeqûma
le pîrîşa ’erûsî yadî wesiłit
birûn nayê le xaney arezûma
demî wesfî demî tîẍit delerzê
řegî gerdin beser textey gelûma
be sîḧrî ẍemze meẍłûbim egerçî
erestû bim le îdrakî ’ilûma
le kûrey dił birûn dê ahî serdim
’eceb yex bê lenaw çahî simûma
tecawiz key deka salimNasnava edebî le emirit
kesê neydîwe řûsextî le mûma