48- fetiḧ

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  1030 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) êmeyn ke weserman xistî, bew serxistine berçawe.

2) heta xuda le hełekanî pêşut û lew hełaney lewebewlawe tûşyan dêy, ’afût bika û çakey dûr le kemayesît degeł bika û řêgey řastit nîşan bida.

3) ta xuda yarmetît bida, beterzê wa ke bibye xawen destełat.

4) her ewîşe oqre û heday da be diłî ewaney xawen baweř bûn; ta wêřay biřway heyane, biřwayan beqewettir bê. leşkirgelî asmanekan û zemînîş, hemû berfermanî xwan û xuda zanay lekarzane.

5) herweha pyaw û jinanî xawen baweř beřê kate naw baẍatêk cobaryan beberda deřwa û hetaser her lewê debin û xeta û nalebarekanyan ’afû bika. licem xuda, em řûdawe serkewtinêkî mezin bû.

6) heta wekû řûbînanî pyaw û jin û şerîk bo xudanasekan, nêř û mêwyan - ke seba be xwa gumanî xirapyan debird - azar bida. zorxirapyan lê qewmawe û xwa ẍezebî lê girtûn û neḧlet le hemûyan deka û cehendemî bo danawin û dwařojêkî řeşyan heye.

7) leşkirekan - le asmanekan û zemîn - hemû berfermanî xwan û xuda xawen destełatî lekarzane.

8) ême toman kil kirduwe, agadar û mujdeder û tirsêner bî.

9) eşê êwe biřwa bênin be xwa û pêẍemberî xuda û le yarîdey dirêẍ neken û řêzî şayanî lêgirin û hemû beyanî û êwaran pesnî biden.

10) ew kesaney peyman legeł to debestin, ba bizanin peyman degeł xwa debestin. destî xuda deser destî awenřaye. sa her kesê peymanî becê nehênê, her xoy le peyman şikênî zerer deka; her kesêkîş ew peymaney - ke degeł xuda bestûye - becê bênê, le dwařoja padaşî gewřey dedatê.

11) ew ’erebe koçeraney dwakewtibûn, we to êjin: darayî û mał û xêzanman neyanhêşt bigeyne êwe; daway bexşînman bo bike. serzarekî şitê êjin: ke le diłyanewe naye. bêje: eger xwa zyanêk le êwe ba, yan behreyektan pê bida, kê detwanê des de karî xuda bida? bełke xuda le her kirdeweyê deyken, agadare.

12) nexêr êwe pêtan wa bû pêẍember û baweřdaran hergîz taze nayenewe naw mał û xêzanî xoyan. her be diłîş em xeyałew be şitêkî baş dezanî. gumanêkî bêcaw debird; dyare êwe komełêkî zor bê xêr bûn.

13) her kesêkîş biřway nebê be xwa û pêẍemberî xuda, ême bo ew bê dînane, kiłî agirman nêł dawe.

14) destełatî em ’asmanan û zemîne be des xwaye; kê ḧez bika ’efûy deka û kêş ḧez ka cezrebey deda û xudaş le gunah debûrê û dilovane.

15) her ewaney dwa kewtibûn, êsta êjin: herga berew tałanêk çûn, lêman geřên êmeş beşwên êweda bêyn. gerekyane qisekey xuda bigořn. bêje: hergîz êwe leşwên ême nayen; xuda pêşekî gutûye. ewsa êjin: nexêr dyare leḧand ême çawçinokin. nexêr ewan kem têdegen.

16) bew ’erebe koçeraney - ke pêşû xoyan dizyewe - bêje: her lem beynaneda bangitan deken, biçne ser gelêkî geřnas; yan her şeřtan degeł deken, yan xo bedestewe deden. ca er êwe berferman bin, le xudawe padaşêkî baş werdegirin; eger xoştan bidzinewe - wek pêşû xotan dizyewe - detanxate ber cezrebeyekî bejan.

17) gaznide le kor nakirê; gileyîş leser şel nîye; leş bebarîş qeydê naka. her kesêkîş befermanî xwa û pêẍemberî ew bika, deynêrête naw baẍatêk cobaryan beberda deřwa. her kesêkîş xo bibwêrê, cezrebey bejanî deda.

18) ew deste xawen baweřey ke wa lejêr darekeda degełta bûne hawpeyman, xudayan lê řazî buwe; deyzanî çîyan ledłidaye. sa oqre û diłnyayî narde seryan û be serkewtinêkî nizîk padaşî dan;

19) małî tałanî zorîşyan des dekewê. xuda xawen destełatî lekarzane.

20) xwa bełênî gelê tałûy pêtan dawe ke deygirin. bełam zûtir emey da pêtan û neyhêşt destî xełkîtan bigatê û heta nîşaneyekîş bê bo xawen baweřekan û bo řasteřê zortir şarezatan bika.

21) tałanêkî tirîş heye, hêşta destyan pêy negeywe û xuda başî aga lêye û xwa hemû karî pê dekirên.

22) eger ew dîn dujminane şeřîşyan wel bikirdiban, sûr bizanin piştyan dekirde meydan û řayan dekird. lepaşanîş ne dostêkyan des dekewt û ne kes de hanayan dehat.

23) yasayeke le xudawe û lepêşûşda her wabuwe û lew yasay xuda daynawe, hergîz gořanêk nabînî.

24) her ewîş bû ledest ewanî paraztin û ewanîşî ledes êwe; wextê le aqarî mekke xuda kirdî û êwe beseryanda zał bûn. êwe her karêkû dekird, xuda deydît.

25) her ewan bûn ke le řêgay dîn layan da û bûne lemper û neyanhêşt biçne kabe; řêşyan neda qurbanyeketan - ke gilyan dabuwe - bigate şwênî xoy. [eger îzniman bidaye le mekke degjyan řaçin] lewanebû zor mêr û jinî baweřdar - ke êwe netannasîbûn - deber pêyanuda biçin û bê ewey xotan bizanin, bibne muşkułozmey ewan. xuda herkê xoy ḧez deka, deyxate ber bezeyî xoy. eger lew şwêne laçûban, bê so dîn dujminekanman be azarêkî bejan duçar dekirdin.

26) ewsa ke dîn dujminekan, badî hewayî nezananeyan denwand, xuda oqre û hêmnayetî narde xwarê bo naw diłî pêẍemberî û baweřdaranî [yaranî] û way kird ke xoparêz bin û bo em kareş le hemû kes şyawtir û hêjatir bûn. xwa bo hemû şit zanaye.

27) xwa ew xewney ke pêẍemberekey dîbûy, weřast gêřa: xwa ḧez ka bebê hîç tirsêk deçne naw małî kabewe û pořî xo kurt dekenewe, yan deytaşin. ew şitaney newzanîbû, ew deyzanî. cige lemeş bew zuwane tûşî serkewtinêk debin.

28) her xudaye ke pêẍemberî xoy nard û řênwênî û dînî řastîşî řegeł xist; ta beser hemû dînêka załî bika. xwaş bo aga lêbûn bese.

29) muḧemmed pêẍember xudas; ewaneş ke degeł ewn, le beranber dîn dujminan tund û tîj û le nawxoda dilovanin. le kiřnoş û sujde çawit pê dekewn. her behêvî řezamendî û çakey xudan. diroşmî sujde birdinyan be nawçawanewe heye; wêneşyan le tewratdaye û nimûneşyan le încîlda. şibênrawe be çinawêk tîşey berejûr hełçûbê û weçî firey derkirdibê û sitûr bûbê û leserlask xoy girtibê û werzêřan seyrî bimênin; ta çawçinokanî sipłey pê qełs ka. ewaney xawen baweř û akar çakin, xwa bełênî lê bûrdin û padaşê gewrey pê dawin.