47- muḧemmed

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  576 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ewaney dijî xwa bûn û lemperêk bûn le řêy xuda, hemû kirdewekanyanî lê puçeł kird.

2) ewanîş ke xwanas û akarçak bûn û bem qur’aneş - ke řaste û le perwerindeyanewe bo muḧemmed be xełat hatotexwarê - baweřyan kird, xuda hemû gunahekanyanî poşî û karubarî jyanyanî bo saman dan.

3) çunke herçî dijayetî xudayan kird, şwên karî nařewa kewtin. ewî xawen baweřîşin ledwî ew fermane deçin; ke be řastî le perwerindeyanřaye. awa xuda çend nimûne bo em xełke dênêtewe.

4) îtir herga tûşî ew bê dînane bûn, le milyan den; paş winciř winciř kirdinyan şetekyan den. ewsa yan her be çake azadyan biken; ya berxiwênyan lê bistênin; heta şeř kotayî pê dê. eger xuda bîwîstiba, bo xoy tołey lê destandin; bełam wîstî be yektirîtan bi’ezmiwê. ew kesaneş ke le řay xuda kujrawin, kirdeyan be fîřo nada.

5) bem zuwane řêgeyan pê nîşan deda û karubarî jyanyan bo tekûz deka.

6) deşyanbate ew beheştey ke pêşekî boy bas kirdûn.

7) ey gelî xawen baweřan! eger yarî xuda biken, xudaş yarîdetan deda û le ber neyaran nabezin.

8) ewaneş ke dîn dujminin, beşyan her negbetî debê û karekanî lê puç kirdûn.

9) çunke ewan lemey ke xuda nardûye, xoşyan naye; ewsa ewîş karekanî lê têk dawin.

10) axo ewan be zemînda negeřawin, ta biřwanin pêşînekanî ewane çîyan beserhat? xuda terit û tunay kirdin; bo le dîn laderekanîş her şitêkî awa heye.

11) çunke xuda serwerî ew kesaneye ke baweřyan pê hênawe û ewaney xudanenasin, bê serwerin.

12) xuda xawen baweřanî akarpesind, denêrête naw baẍatêk cobaryan beberda deřwa. ewaney neşyan nasîwe, le dinyada řay debwêrin û deleweřên; wek leweřanî ajeł û cêgeyan le agirdaye.

13) fire bajêřî wa hebuwe le xełkî bajêřekey to - ewey toyan lê wederna - gełêk behêz û guřtir bûn, qiřman kirdûn; kesîş de hanayan nehat.

14) axo kesê le perwerindey xoyewe bełgey řûnî bo hatbê, wek kesêke kirdewe xirapekey xoy bo xemławe û şwên arezûy xoyan kewtûn?

15) ew beheştey xwa be parêzgaranî bełên dawe, çon çonîye? çendîn řubarî way têda, awekeyan şilwê nabê. çend řubarî şîrî têda, hergîz tamî negořawe. çendîn řubarî şerabî pêda deřwa, ta weyxon keyfî pêdeken. çend řubarîş le hengivî pałafte hen. her mîweyekîş bixiwazin, têda heye; xoş bûnî perwerindeşyan. çon emane debne lingey ew kesane ke ta heta her debê le agirda bin û leseryane avakelandî wexon û řîxołeyan let û pet ka.

16) hêndêkyan dên gwêt lêdegirin; wextê le lay to derdeçin le zanyarekan depirsin: êste çî wit? xuda morî beser diłyanewe nawe û şwên arezûy xoyan kewtûn.

17) ew kesaneş ke hatûne ser řaste řê, pitir şarezayan deka û tirsî xwayan pitir dexate diłewe.

18) axo ewan çawenořn guzugummet êste sełayan lêřa bê? ewa êsta nîşanekanî peyda bûn; wextê sełaşyan lêřabû, pendî ewan sûdî çîye?

19) sa bizane ẍeyrez xuda hîç şit bo peristin nabê. bo hełey xot û pyawan û jinekanî xawen baweř, daway lê xoş bûnê bike. xwa le hełgêř wergêřtan û le şwênî hemîşeyîtan agadare.

20) ewaney xawen baweřn êjin: bo çe sûretêk nayete xwarewe? emcare ke sûretêkî pitew hat û lemeř xezawe basî kird, to ewaney deẍezêkyan le diłdaye debînî wat lê deřwanin, wek kesê le tirsî mirdin tûşî fêdarî hatbê. bo ewane wa baştire.

21) [bo ewane] ber fermanî û peyvînî becê û řêye [hêjatre]. hergaş xeza biřyar dira, eger ewsa beranber be xuda řast bin, her be qazancî xoyane.

22) axo eger destełatû wedes kewt, lem zemîne xirape řêwe deben û peywendî xizmayetîtan deçřênin?

23) sa ewane xuda ber neḧletî xistûn; gwêyan keř û çawekanî lê kor kirdûn.

24) axo ewan lew qur’ane řanamênin, yan diłyan gałe dirawe?

25) ew kesaney le paş le dîn şareza bûn wergeřawin, dyare şeytan diney dawin û karekanî bo xemłandûn.

26) çun ewane bew kesaney ke ḧezyan lew şite nîye ke xwa nardûyete xwarê, witûyane: ême le baze karêkda be qisew dekeyn. xudaş lewey deyşarnewe agadare.

27) debê çon bin ew serdemey firişte gyanyan dekêşê û de řuxsar û pişteweyan desrewênê?

28) çunke ewan weşwên şitêkî wa kewtûn ke xuday tûře kirduwe û be řezay ew řazî nebûn; ewsa ewîş karyanî lê puç kirdûn.

29) axo ewaney ẍerezyan le diłdaye, layan waye xuda řik û kîneyan aşkira naka?

30) eger ḧezman bikirdaye, demanhênane berçawit û îtir her be wird bûnewe le bîçmyan, baş dewnasîn. bê gumane be řawêjî axaftinîş deyannasê. xwaş hemû karekantanî aga lêye.

31) be taqîtan dekeynewe ta bizanîn, kê le êwe têkoşawe û kêtan xořagirtir buwe. berawirdî dengubasî êweş dekeyn.

32) ewaney xwanenas bûn û bûne lemper le řay xuda le dway ewe zanîbûşyan řêgey řizgar bûn kameye, her dijî pêẍember westan, hergîz ewane natanin zyan be xwa bigeyenin û bem zuwane karekanyan puçeł deka.

33) ey gelî xawen baweřan! le fermanî xuda û pêẍember der meçin û kartan puçeł mekenewe.

34) ewaney le dîn layanda û bûne lemper leřay xuda û dwayî bebê dînî mirdin, hergîz xwa lêyan xoş nabê.

35) sis mebnewe û daway şeřwîstanê meken; her êwe beser ewandan; êwe xudatan degełe û hergîz padaşî xebateketan lê kem nakatewe.

36) herçî jyanî dinyaye, hemû her gałte û gepêke. eger êwe biřwaw hebê û xoparêz bin, padaşî xotan dedatê û hîç małîştan lê naxwazê.

37) herçend zor be qîrsîçmeyîş daway małêktan lê bika, řijdî deken û řikûnîtan derdexa.

38) ba hemûtan agadar bin; bangitan deken ke mał le řay xwa bext ken. î waştan denawda heye řijdî deka; her kesêkîş řijdî deka, řijdî derbarey xoy deka. xwa le giş kes bê nyaze; êwe jar û belengazin; eger piştîşî tê biken, çînêkî tir be êwe degořêtewe, ke hergîz wek êwe neçin.