kişa gêsû be goşey řûyî yara

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  804 Dîtin
kişa gêsû be goşey řûyî yara
çi cinsê bê le mara, bê be nara
pezîray řengî min bû ayney řût
xezanim dî le aẍûşî behara
tezerwî dił dexwazê bazî çawit
ke gerdiş ka le teyranî şikara
be teḧsîl metłebî çendê berî da
ke bigrê damenî dara nedara
desa çon damenit bigirim ke meylit
ewend sarde nema pencem le kara
serî teslîmî dawe nêrgisî mest
be dîdey to le hengamî xumara
le eşkî sûr û swêrî xom debînim
gułistanê le xakî şûrezara
diłî diłber ke mayl bê be eẍyar
nîye tedbîrî salimNasnava edebî cuz mudara