26- şu’era’

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 15 Xulek  722 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ta, sîn, mîm.

2) emane nîşanekanî em kitêbe dyarî deren.

3) lewaneye bew xeme xot le beyn berî, ke ewane nayanewê biřwa bênin.

4) eger ême ḧezê bikeyn nîşanêkyan le ḧewawe bo denêrîn, ke milyanî leber keç ken.

5) her qisêkî taze babet le řeḧmanewe boyan dê, řûyanî lê werdegêřn.

6) [ewan] baweřyan nehêna; bem zuwaneş her dengubasî eweyan pêdegeyê, ke gałte û gepyan pêdekird.

7) axo zemînyan nedîwe, ke çend cûtey řuwekî piř le behreman têda řuwand.

8) lemeda dersê [baş] heye; bełam beşî here zoryan bebřiwa nîn.

9) xo dyare perwerindet her xoy xawen destełat û dilovane.

10) [bênewe bîr] ew kate ke perwerindet bangawazî le mûsa kird, ke: biço lay komełey naheqîykaran;

11) bo lay darudestey fîr’ewn. axo ewane natirsin?

12) gutî: ey perwerindey min! tirsim heye ke be viř bêjim bizanin.

13) diłim teng debêt û zimanim go naka; řaspêre bo lay hařûn.

14) ewane tawanêkyan leser min heye, detirsim her bişim kujin.

15) gutî: nexêr, qet wa nîye. sa êwe nîşanekanî ême berin; êmeş degeł êweda heyn û debîsîn.

16) sa bigene nik fîr’ewn û bêjin: ême pêẍemberî perwerindey giş cîhanîn.

17) toremey îsřa’îlêman řegeł bixe.

18) [fîr’ewn] gutî: to her mindałeke nebûy ke ême perwerden kirdî û çend sałêkîş le nawman may?

19) ewk areşt kird ke kirdit; dyare eto le řêzey nasupasanî .

20) gutî: ewem le des qewm û ewsa ke le gumřayan bûm.

21) le tirsî êwe bazim da; dwaye perwerindey min, lekarzanî pê bexşîm û minî xiste řêzey pêẍemberanewe.

22) to minetî ew çakeyem leser denêy, ke toremey îsra’îlit - hemû - kirdote ’ebdî xot?!

23) fîr’ewn gutî: perwerindey hemû cîhan weçe’êjin?

24) gutî: eger bîselmênin, řahênerî asmanekan û zemîne û herçî le nawyanda heye.

25) le dewruberî xoy pirsî: gwêtan lêye?

26) gutî: perwerindey êwe û perwerindey bab û kałî pêşûtane.

27) gutî: dyare pêẍemberê ke bo êwe nardirawe, cin destî lê weşanduwe.

28) gutî: ger aweztan hebê, řahênerî xorhełat û xorawa û nêwanî wane.

29) gutî: eger beder le min biperistî, xatircem debendêt dekem.

30) gutî: eger nîşanêkî be aşkiram bo hênabî?

31) gutî: eger le řastanî , kwa? bîhêne.

32) ’asakey destî fiřêda; aşkira bû be ḧezyayek.

33) destîşî derxist, bo waney lêyan řuwanî sipî deçû.

34) beser gewrekanî dewruber xoy gut: dyare eme cadûgerêkî zanaye.

35) gerekyetî be cadûy xoy, le zêdî xotan dertan ka; êwe lew bare dełên çî?

36) gutyan: xoy û birakey lêre bimênin; to binêre le şaran xełkî weko ken.

37) hem cadûgerî zanat bihênne la.

38) ewsake cadûgerekan le řojêkî dyarî kiraw ko kiranewe.

39) be merdimîşyan řageyand: axo êweş ko debnewe?

40) eger em cadûgerane bîbenewe, lewaneye êmeş weşwên ewan kewîn.

41) cadûgeran - ke hatin - be fîr’ewnyan gut: eger ême bîbeynewe çîn dedeyey?

42) gutî: dyare ewsa êwe le nizîkanî xom debin.

43) mûsa bewanî řageyand: çîtan amade kirduwe bo hawîştin, bîhawêjin.

44) ca ewsake pet û dardestekanyan fiřê da û gutyan: swênda be gewreyî fîr’ewn, her bo xoman deybeynewe.

45) ewsa mûsaş dardestekey xoy fiřê da. guzugummet, hemû fêłî cadûgeranî çinyewe.

46) cadûgeran [be panewe] kiřnoşyan bird.

47) gutyan: ême biřwaman kird be perwerindey cîhanê.

48) perwerindey mûsa û hařûn.

49) gutî: ber lewe řêw bidem, êwe biřawatan pê hêna? dyare her ew gewretane û xoy fêrî cadûy kirdigin. dwayî têtan degeyenim; destulaqû be pêçewane debiřim û serleberû le dar dedem.

50) gutyan: minetit be pûşêk; ewsa berew perwerênman deçînewe.

51) hîwan waye perwerinden le gunahekanin bibûrê; ke berle giş ême baweřîman hêna.

52) ême mûsaman têgeyand: ’ebdekanim le şewêda weřê bixe, ke dyare be dûtanda dên.

53) fîr’ewn wekokeranî nard bo şarekan.

54) [witî:] ewan komełeyekî hêndikin.

55) beřastî ke êmeyan tûře kirduwe.

56) ême hemû wiryayanîn.

57) îtir baẍat û kanyawin pê cêhêştin.

58) wêřay hemû gencîne û xanuwe xoşekan.

59) her bew core em hemuweşman da be toremey îsřa’îl.

60) her gizîng le seranî da, dwayan kewtin.

61) ew kate ke her dû komeł yektiryan dî; hawřêyanî mûsa gutyan: pîs pêwe bûyn.

62) gutî: nabê le hîç bitirsin, çun perwerindem degełe û bem zuwane derwêkim lê dekatewe.

63) ewsa mûsaman têgeyand: be ’asaket le zerya de; zerya qełşî û her layekî wek çyayekî mezin bû.

64) waman kird ewanî tirîş her lewê nizîk binewe.

65) mûsa û herkê degełî bûn, necatin dan.

66) paşan ewanî dîkeman be xinkan da.

67) em řûdawe bełgeyek bû; zorbey zorîş hêşta baweřyan nehêna.

68) xo dyarîşe perwerindet her xoy xawen destełat û dilovane.

69) řûdawî îbřahîmîşyan bo wexwêne.

70) ew serdemey ke be ap û hozî xoy gut: eme çîye deyperistin?

71) gutyan: ême bitanêk deperistîn û her wazîşyan lê nahênîn.

72) gutî: axo eger hanayan bo deben, lêw debîsin?

73) yaxo hîç behrew pê deden? yan hîç zyanû lêdeden?

74) gutyan: nexêr, bełkû bab û kałî êmeş her emaneyan deperist.

75) gutî: axo zanîwtane çîw deperist?

76) xotan wêřay bab û kałanî pêşûtan?

77) hemûyan dujminî minin; cige le řahênerî ḧemû dinyaye.

78) ewî minî dirus kird û her ewîş şarezam deka.

79) her ewîşe xwardemenîm pêdedat û awîşim defrya dexa.

80) eger tûşî nesaẍîş bim, her xoy çakim dekatewe.

81) her ewîşe dem mirênê û paşan zîndûm dekatewe.

82) ew keseye ke be hîwam řojî seła le hełekanim bibûrê.

83) perwerindem! xot fêrî karzanîm bike û bimgeyne be pyawçakan.

84) webke le naw çîne dwayînekanîşa nawim be çake derbiçê.

85) wabke min le beşberanî beheştî piř le xoşî bim.

86) le apî minîş bibûre; ke řêgey hełe kirdibû.

87) le řojî zîndûbuneweş řîswam meke.

88) ew řoje ke mał û minał be kar naye.

89) megîn ewey wel diłî pak, biçête baregay xuda.

90) ke beheştîş bo xoparêzan nizîke.

91) cehendemîş dexrête řû bo gumřayan.

92) [ke ew řoje] pêyan êjin: le kwên ewî dewperistin,

93) leẍeyrez xwa? axo ew dêne hanatan, yan ewan hana dexwazin?

94) sa demewřû ewanîş û gumřakanîş dewê dexrên.

95) leşkirekanî şeytanîş - be têkřayî -

96) her lewêda - be kêşe - dên û dibêjin:

97) swênd be xuda ême aşkira lařê bûyn;

98) ke êweman degeł dahênerî cîhan beranber kird;

99) tawanbaranîş êmeyan le řê lada;

100) êstaş ne tikakarman hen,

101) ne hewałêkî diłsozîş.

102) xozî carê wegeřabayn, ewsa baweřîman dêna.

103) a lemeda nîşanêkî [behêz] heye û beşî zoryan bê baweř bûn.

104) dyarîşe perwerindey to her xoy xawen destełate û dilovane.

105) hozî nûḧîş be witey pêẍemberanyan biřwa nekird.

106) katê nûḧî biray xoyan gutî: êwe mer natirsin?

107) min botan pêẍemberêkî cê baweřim.

108) desa le xwa bitirsin û be fermanî minîş biken.

109) padaşêkim - bo em kare - lêtan nawê; padaşî min perwerindey cîhan deyda,

110) îtir her tirsû le xwa bê û be gwêm biken.

111) gutyan: çon biřwat pêdekeyn? to her řûtewpûtet le dûn!

112) gutî: emin çûzanim ke ewan berê çîyan dekird?

113) er têbgen, perwerênim debê be karyan řabga.

114) lewane nîm - be hîç awa - baweřdaran wederbinêm.

115) min her tenya tirsênerêkî aşkiram.

116) gutyan: ey nûḧ! eger lem karet bes nekey, eşê sengesarit bikeyn.

117) gutî: ey perwerindey min! hozekey min her biřwayan pê nekirdim.

118) sa to le nêw min û ewan řêgeyekman bo bikewe û min û ew baweřdaraney degeł minin, řizgar bike.

119) ewsa xoy û ew kesaney degełî bûn, le keştîye tijî keda necatin da.

120) ewanî tirîş le paşan awew’aw çûn û tûna bûn.

121) lemeşda bełgeyek heye; [bełam] zorbeyan her biřwayan nehêna.

122) perwerindet her xoy xawen destełat û dilovane.

123) hozî ’adîş be pêẍemberekan biřwayan nehêna.

124) katê ke hûdî birayan pêyanî gut: çone hîç tirsêkunye?

125) min bo êwe pêẍemberê cê baweřim.

126) tirsû le xuda hebêt û le fermanî min dermeçin.

127) [bo em kare] min hîç padaşim lêw nawê; padaşî min perwerindey cîhan deyda.

128) axo êwe le her cêgayekî berz, koşkî terz dirus deken, ke her xerîkî kargelî piřupûç bin?

129) koşk û qełay zor pitewîş dadeřêjin, latan waye her demênin?

130) herga pelamarîş deden, milhuřane hêrş deben.

131) sa le xuda bitirsin û be gwêm biken.

132) ba tirsû lew kese bê ke lew şitaney deyzanin, yarî kirdûn.

133) wiłsat û kuřgelî dawnê.

134) degeł baẍat û kanyawîş.

135) emin her lêw nîgeranim, bo azarî řojî mezin.

136) gutyan: eger amojgarîman bikey û hîç amojgarîşman nekey, lay ême her wekû yeke.

137) emane giş piřupûçî pêşînîyane.

138) kes azarî ême nada.

139) ew her biřwayan pê nekird; ewsa êmeş qiřman kirdin. lemeşda bełgeyek hebû; [bełam] zorî ewane biřwayan nebû.

140) perwerindet her xoy xawen destełat û dilovane.

141) hozî semûd biřwayan be pêẍemberekan nehêna.

142) wextê sałḧî birayan pêyanî gut: çone hîç tirsêktan nîye?

143) min bo êwe pêẍemberê cê baweřim.

144) sa le xuda bitirsin û be gwêm biken.

145) min padaşî karî xom le êwe nawê; perwerindey hemû cîhan, bo xoy padaşî min deda.

146) axo herwa lêw degeřên, her lêre diłnya bijîn?

147) le baẍat û le kanyawan?

148) kêłgekan û darexurmay xawen şikofey nerim û noł?

149) her be xoşî û şadmanî małan le kawan detaşin.

150) sa le xuda bitirsin û be gwêm biken.

151) gwêş medene fermanî hełeřoyekan;

152) ewaney lem zemîneda her xerîkî xirapen û karî çakyan le des naye.

153) gutyan: bibê û nebê, cadût lêkirawe.

154) toş her miroy wekû xoman. sa eger to be řastîte, de nîşanêkman nîşan de.

155) gutî: eme wiştirêke, ke nore’awêkî heye û êweş nore’awêktan hes; le řojêkî dyarî kirawa.

156) hîç wezenîştan boy nebê, dena tûşî cezrebey řojî mezin dên.

157) peyan kird û seryan biřî û dwaye peşîman bûnewe.

158) azar hemû lay lê girtin. lemeda nîşane hebû; keçî zoryan bê baweř bûn.

159) perwerindet xoy xawenî destełate û dilovane.

160) hozî lûtîş qisey pêẍemberekanyan, be diro jimard.

161) katê ke lûtî birayan pêyanî gut: êwe bo hîç tirsû nîye?

162) min bo êwe pêẍemberê cê baweřim.

163) sa tirsû le xuda hebê û be gwêm biken.

164) bo em kare min hîç padaşim lêw nawê; padaşî min perwerindey cîhan deyda.

165) êwe boçî le naw hemû xełkî dinya pelamarî nêran deden?

166) le jinekanîşû waz dênin, ke xwa bo êwey çê kirdûn? êwe hozêkî le endaze laderin.

167) gutyan: ey lût! ger lem qisane bes nekey, sûr bizane derit dekeyn.

168) gutî: lew akarey êwe yekcar qełsim.

169) perwerindem! lew karaney ewan deyken, min û xêzanim řizgar ke.

170) sa ewîş û hemû xawwixêzanîşîman řizgar kird.

171) megîn taqe pîrêjnêk le naw ewana mayewe.

172) paşan ewekanî tirman qiřan têxist.

173) baranêkî [beła] man bo dabarandin. çend be zeř bû baranî tirsênrawekan.

174) a lemeşda bełge hebû; keçî zoryan bê baweř bûn.

175) perwerindet her xawenî destełate û dilovane.

176) xawen deḧlan qisey pêẍemberekanyan be diro jimard.

177) katê şu’eyb pêyanî gut: çone hîç tirsêkû nîye?

178) sa le xuda tirsû hebê û be gwêm biken.

179) min bo êwe pêẍemberê cê baweřim.

180) bo em kare min hîç padaşêkim lêw nawê; padaşî min perwerindey dinya deyda.

181) řast bin le pêwanepêwan û zyan be kes megeyenin.

182) kêşaneştan be terazûy beranber bê.

183) şit le merdim medzinewe û pa damegirin le ser bedfeřî le herda.

184) debê bitirsin lew kesey êwe û komełanî pêşûy bedî hêna.

185) gutyan: bibê û nebê, cadût lêkirawe.

186) toş her ewa miroyekî wekû ême û pêman waye toş her le viřbêjekanî.

187) desa eger to řast êjî, çend pajêkman - le asman - beserda bawêje xwarê.

188) gutî: perwerindem pitir agay le akarû heye.

189) îtir baweřyan nehêna, ta le řojêkî hewrda, giřebaman lê hełkirdin; lew řojeda ew bełaye zor mezin bû.

190) lemeşda nîşane hebû; keçî zoryan bê baweř bûn.

191) perwerindet her xawenî destełate û dilovane.

192) řahênerî giş cîhane; em qur’aney nardote xwar.

193) «řuḧ alamîn» hênaye xwar.

194) bo ser diłit; ta to le tirsêneran bî.

195) be zuwanêkî ’erebî řewan û hasan.

196) le kitêbekanî pêşûşda basî heye.

197) daxo eme bo ewan bełgeyek nîye? ke zanakanî toremey îsřa’îlîş, her lewe agayan heye.

198) xo eger biman nardaye bo lay ’arebî nezanêk,

199) bo ewaney wexwêndiba, qet baweřyan pê nedêna.

200) herwehayne qur’anîşman xiste diłî tawanbaran.

201) her biřwaşî pê nahênin, heta azarî zor bejan be çawî xoyan bibînin.

202) lenekawîş dête layan, ke her hestîşî pê naken.

203) ewsaş êjin: axo mołetman pêdederê?

204) bo le azar danî ême, pele deken?

205) to pêm bêje er bêłîn çen sał řabwêrin,

206) emcar ew azarey ke lê tirsênra bûn, bêtelayan;

207) ew maweyey ke řay debwêrin, çi behreyekyan bo deda?

208) her şarêkman qiř kirdibê, sûr bizane tirsêneranêkî buwe;

209) ke amojgarî wergirin û, naheqîyman nekirduwe.

210) şayetînîş neyanhênawete xwarê.

211) ne lêyan deweşêtewe û ne deştiwanin.

212) dyare ewan le bîstin bê beş kirawin.

213) to wêřay xwa, hîç şitî tir meperiste; dena lewane debî ke azar dedrên.

214) nizîktirîn xizmî xoşt bitirsêne.

215) bałit şoř ke bo ew biřwadaraney ke şwênit kewtûn.

216) ca er be gwêyan nekirdî, bêje: min bêzarim lewey êwe deyken.

217) her xoşt be xawen destełatî dilovan bispêre;

218) ew kesey ke to deybînî, wa be pêwe hełdewestî.

219) hatuçûşt degeł sujdeberekanda [leber çawye].

220) bîser û zanaş her ewe.

221) dewhewê agadarû kem şayetînî dêne lay kê?

222) ewan le lay diro nexşînî tawanbar dadebezin.

223) gwê degirin û zoryan diroznin.

224) şa’îranîş, kê le dûyan deçê gumřan.

225) mer net dîwe - be şêwawî - ser be her şîwêkda deken?

226) ewan şitê debêjin ke xoyan nayken.

227) megîn ewaney baweřyan be xwa heye û akarçakin û zor yadî xwayan kirduwe û paş ewey çewsênranewe, her tołey xoyan kirdewe. naheqanîş zor pê naçê dewe degen ke serencam kêwe deçin.