25- fuřqan

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 10 Xulek  739 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) meznayetî bo xudayê em fuřqaney bo ’ebdî xoy narde xwarê, ta bibête hoy tirsanê bo hemû xełkî cîhanê.

2) ew xudayey fermanřeway asmanekan û zemîne û kesî nekirde řołey xoy; le fermanřewayîşda şerîkî nebuwe û hemû şitî le řadey xoy dirust kird û endazey girt.

3) be cêgey çitgelêkyan kirde xuda, ke natwanin şitêk çê ken; bo xoşyan her çê kirawin. tenanetî qazanc û zererî xoşyan be des nîye; ne mirdinîşyan be deste û ne jyan û ne jînewey le paş mirdin.

4) xudanenasekan wityan: eme hemûy diroy hełbestey xoyesî û kesanê tir lemeda yarîyan dawe. aşkiraye herçî wityan diroye û naheqî deken.

5) gutyan: emane çîrokî pêşînanin; hemû beyanî û êwaran boy dełên û le berî denûsêtewe.

6) bêje: kesêke nardûye, le nihênî ’asmanekan û zemînê agadare; ewîş le gunaḧ debûrê û dilovane.

7) gutûşyane: eme çon pêẍemberêke xorak dexwa û be bazařanda degeřê? edî çone firiştêkî degeł nehat, ke wêřay ew tirs weber merdim bênê?

8) yan gencêkî bo hawîjrabaye xwarê, yan baẍêkî hebuwaye lêy bixiwardaye. naheqîkaranîş gutyan: êwe her şwên pyawê kewtûn sî’ir û cadûy lêkirawe.

9) debřiwane çilon nezîleyan bo to hênawe û le řêy layanda û herçî deken řê dernaken.

10) meznayetî her bo kesê eger ḧez ka lewe çatirit dedatê. baẍatêkit pê debexşê cobaryan be berda deřwa û çend koşkîşt bo dadenê.

11) dyare ewan qyametyan be diro jimard; êmeş kiłî cehendemman saz dawe bo her kesê ke qyamet be diro dezanê;

12) ke le şwênêkî dûrewe deyanbînê, lirfe û nêłey kiłî agiryan dête gwê.

13) hergayekîş şetek dira û dawêjrêne naw cêgey tengeberayî dojehewe, mine bo mirdinê deken.

14) emřo îtir her mirdinê dawa meken; daway gelê mirdin biken.

15) bêje: axo eme başe, yan beheştî hemîşeyî; ke bełênî be xudê tirsan dirawe, ke: padaş û dwařojyane?

16) çî bixiwazin lewê heye û heruher têda demênin. em bełêne le perwerindey tořaye û her dêtecê.

17) lew řojeda ke’emane û ewaney - le ẍeyrez xuda - deyanperist, le cêyek ko dekatewe, depirsê: axo êwe bûn em ’ebdanemû lařê kird, yan xoyan le řê kila bûn?

18) êjin: pakaney to dekeyn; ême key řêman dekewê - bederle to - kesê bikeyne dostî xo; bełam her xot bo ewan û bab û kałanî ewanîş ewendet ber berełda kird, ke yadî toyan le bîr çû, bûne gelêkî wa bê xêr.

19) ewane bo ew qisanetan, êweyan wedro xistewe. xo êsta îtir natanin [azar le xotan] labden; yan hanaderê peyaken; her kamîştan naheqî ka, ême azardanî gewrey pê deçêjîn.

20) le pêş toşa her kesêkman bo pêẍemberî narduwe, hemû xwardinyan xwarduwe û le naw bazařan geřawin; hêndêkîştanman kirdote mayey ezmûnî hêndê tir. axo êwe xo řadegirin? wa perwerindet debînê.

21) ewaney ke be hîwa nîn be dîdarî ême bigen, gutyan: boçî firişteman nehate la? yan perwerindey xon nedî? ewane le pał xoyanda xoyan be zil dezanin û serbizêwî û fîzêkyan lê peyda buwe ke ew serî dyarî nebê.

22) ew řojey ewan firiştan be çawî xoyan debînin, ke firişte dengyan deden: heydê gum bin! hîç mijdeyekman lanîye ke bîdeyn be tawanbaran; pêşyan dełên: mijde le êwe ḧerame.

23) her karêkî kirdûyane řay denên û herwekû tozî babirdełey pêdekeyn.

24) ewê řojê enwa û cêgey ḧesanewey beheştîyekan baştirîne.

25) ewê řojêş ezman be hewr deqełşê û firîştekan - be heřeme - berew zemîn beřê dekirên.

26) ewê řojê fermanřewayî beřastî bo xudaye û, bo gelî xudanenasan řojêkî piř tenganeye.

27) lew řojeşda ke naheqkar be destî xoyda denûsê û êjê: ey kaşkaye minîş wel pêẍember çûbame řê.

28) ey mixabin, xozî hergîz nebûbam be dostî fiłan.

29) le paş ewey ke em quř’anem pê geyşit, her ew minî lê kila kird; şeytan hemîşe miro bereła deka.

30) pêẍemberîş êjê: ey perwerindekem! hozekem em quř’aneyan wepişt gwê xist.

31) herwaş buwe; ême bo her pêẍemberêk dijminêkman - le tawanbaran - bo danan. perwerindet bo şarezayî kirdin û harîkarî besî toye.

32) xwanenasekan dibêjin: boçî xuda be têkřayî em quř’aney bo nenardote xwarewe? her bo eme bû ke ême diłtî pê damezrênîn û betekûzî û hêdîka botî wexwênîn.

33) eger ewan nezîlanit bo dênnewe, ême řastît bo dênîn û [nezîleyekî] piř manatir le î ewan.

34) kesgelê ke demewřû řadekêşrên bo cehendem û her lewê ko dekirênewe, xiraptirîn cêyan heye û be tewawî le řê kilan.

35) kitêbîşman da be mûsa û hařûnî biraşîman kird be wezîrî.

36) ewsa gutman: biřon bo lay ew hoze ke nîşanekanî êmeyan be diro jimard; vêgavê têkman şikandin.

37) hozî nûḧîş - katî be pêẍemberan baweřyan nekird - nuqmî binawman kirdin û kirdimanin be nîşane bo merdim û azarêkî bejanîşman saz dawe bo naheqekan.

38) ’ad û semûd û xawenî çaławekanîş û gelî berewçînî nêwanyan [her bew derde çûn].

39) bo hemuwanyan çend nezîleman hênawe û le akamda winciřbewnicřiman kirdin.

40) xo ewane bew şareda řabirdûn ke baraney bełaman bo barandin; meger be çawî xoyan eweyan nedî? bełam be hîway zîndû bûnewe nebûn.

41) her ketoyan çaw pê kewt, detkene gepcařî xoyan: her emeye ke xuda řay siparduwe?!

42) lewane bû le peristîwekanî xon laman bida, eger xoman leseryan řanegirtaye. dwacar - ke azar debînin - pêdezanin ke kê pitir le řêgey řast hełe buwe.

43) to ew keset dî ke herçî xoy ḧez bika deykate peristîwî xoy? axo eto bo emîş her desteberî?

44) yan pêt waye ke zorbeyan gwê şil deken û têdegen? ewane wêney wiłsatin, bigre lewîş gumřatirin.

45) bo net dîwe perwerindet dirêje be sêber deda? eger xoy ḧezî kirdiba, way dekird le cê nebzuwê. xorîşman kirdote bełgey.

46) le akamda - kemekeme - berew xûnî debeynewe.

47) her xoyetî ke bo êwe şewî kirdote poşak û xewî bo sanewe [tan] û řojîşî bo hełsanewe [tan] danawe.

48) her ewîşe bakanî nard, ke mizgênî bezeyî ewtan bo bênin; ca ewsa le ḧewayewe baranêkî pak û xawênman narde xwar;

49) ta zemînî hêz lê biřaw - be hoy em - zîndû keynewe û wiłsat û zor lew xełkaney - kexoman dirustin kirdûn - têraw bikeyn.

50) eweşman her corecore le nêwanyana dabeş kird, ta pend bigirin; bełam zorbey em merdime her fêrin naşkurî biken.

51) eger bo xon keyfin lê ba bo her şarê kesêkî waman řadespard byan tirsênê.

52) sa to hergîz be qisey xwanenasan meke û be hemû hêz û twanawe her be gijyanda werewe.

53) xwa kesêke ke dû zeryay beyek geyand; yekê şîrin, yekê şorî amał tałe û lemperêk û bergirêgî zor estûrî le nêwanyan bedî hêna [ke tixûnî yektir nebin].

54) her xoyetî le [tinokê] aw, miroyekî wedî hêna û kirdye makî toreme û xizim peyda bûn. perwerindet hemû karêkî pêdekirê.

55) ẍeyrez xuda şitî weha deperistin ke ne behreyan pêdeda, ne zyanîşyan lêdeda. xwanenasan xo dekene piştîwanî dijî perwerindey xoyan.

56) ême toman tenya bo ewe narduwe, mijdeder û tirsêner bî.

57) bêje: min bo ew kare hîç padaşêkim lengo nawê, ẍeyrez ewe: kê pê xoş bê, berew lay perwerindey xoy řê derbika.

58) sa to xot bide des kesê ke her zînduwe û namrê û bo şukiraney, pêy hełbiłê û her ew bese ke le gunahî ’ebdanî agadare.

59) ew xudayey ’asmananekan û zemîn û herçî le nawyanda heye, be şeş řojî dahênawe. paşan leser textî fermanřewayî xoy damezrawe; her ewîşe xuday řeḧman. sa to lewaneş bipirse ke çazanin.

60) herga pêyan butrê ke: berew řeḧman sujde berin, êjin: řeḧman çi kesêke? detewê herkê to bêjî, ême kiřnoşî bo berîn? sił bûnîşyan pitir deka.

61) serwerî bo ew keseye çend qonaẍî le ’asmana damezrand û le naw emda çirayek û heyvêkî tirîfedarî cê kirdewe.

62) her ewîşe nore be şew û řoj deka, heta kesê gerekî bê bîr katewe yan byewê supaskar bê.

63) ’ebde řastekanî řeḧman ew kesanen ke bê de’ye deçne řêwe û her katêkîş nezanekan byandiwênin, persivî nerim û nyanyan dedenewe.

64) ewaneşin ke şew ta řoj, řuwew perwerindey xoyan sujde deben û wêstawin.

65) ewaneşin kewa êjin: ey perwerindey hemûman! cezrebedanî dozexman lê dûrxewe; çunke cezrebey cehendem dwayî naye.

66) ke beřastî zor şwênêkî nalebar û zor enwayekî xirape.

67) ewaneşin ke le katî mał bexşîna, ne yekcarî des biławin, ne tewawîş des qûçawin; her lew nawendeda, mawin.

68) ewaneşin ke wêřay xwa, hîç şitî tir naperistin; kesêkîş nagujin ke xwa řijtinî xwênî be nařewa zanîwe; megîn be heq; tûşî dawênpîsîş nabin. herkê em karane bika, tawanî xoy dêtewe řêy.

69) řojî seła dû çendane azar dedrê û be sûkayetî her lewêda demênê;

70) megîn ewî tobe deka û baweř dênê û akarî çak řeçaw deka; ke xuda xirapekanyan be çake bo wedegořê û xwa lêbûrdey dilovane.

71) her kesêkî tobe bika û akarî çak řeçaw bika, beřastî degeřêtewe bo lay xuda.

72) ewaneşin ke be diro, şayetî naden û herga be lay karî nalebarda řadebûrin, merdane xoy lê la deden.

73) ewaneşin ke herkatê nîşanekanî perwerindeyan webîr dexrêtewe, wek keř û kwêr nawêstin [û gwê pêdeden].

74) ewaneşin ke êjin: ey پەۆûەرێنمان! jin û minałanî waman pê bibexşe, bibne mayey çawřunîman; bişmanke pêşewa boxoparêzekan.

75) ca ewane le padaşî xořagirtinyan, ode [kanî beheşt] yan pê dedrêt û lewêda her be dirûd û selamewe tekyana řûbeřû debin.

76) her lewêda demênnewe; ke zor binkeyekî başe û zor nişîmenêkî xoşe.

77) eto bêje: perwerindem hîç hewałtan lê napirsê, er le birî nepařênewe û neyperistin. ewa êweş baweřîtan bew nehêna û bem zuwane giriftarî siza debin û her lêtan cwê nabêtewe.