12- yûsuf

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 17 Xulek  1181 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) elîf, lam, řa. emane çendîn nîşanen le kitêbî dyarî derewe.

2) qur’anêke be ’arebî ême nardimane xwarewe, şayeta êwe têbgen.

3) ême wêřay em qur’aney ke beton řageyanduwe, şîrîn tirîn çîrokit bo wedegêřîn; ke depêşda to her agaşt lê nebuwe.

4) wextê yûsif be bawkî gut: babo! min yazde estêre û xor û heyvim be xew dîtin, ke ser bo min deçemênin.

5) gutî: ey kuřêjgekey xom! ew xewnet le lay birakanit megêřewe, newek geřêkit pê biken; çunke şeytan bobnyadem dujminêkî aşkiraye.

6) eme dyare perwerindet wîstûye hełt bijêrê û fêrit bika manay xewnan lêk deyewe û derbarey to û hemû xanedanî ye’qûb, çakey bê kemayesî bika; wek ew çakey sebaret be îbřahîm û îsḧaqî bawanî toy kird. dyare perwerindey to here zanay lekarzane.

7) le řaburdey naw yûsif û birayanî, pendî zor hen bo ew kesaney depirsin.

8) katê gutyan: dyare yûsif û birakey lay baweman le ême xoşewîstitrin; xo êmeş destepyawêkîn. bê gumane babî ême be aşkira gumřa buwe.

9) yûsif bugjin, yan le şwênêka fiřêy den; heta bawik bibête taybet be xotan. le paş ewîş êwe bibin be komełêkî berketî.

10) yekê lewan hełîdaye: eger karekey her deken; le yûsif kuştin geřên û bîxene bin bîrekewe; karwançî hełîgirnewe.

11) gutyan: babo! çone ke to lemeř yûsif le ême arxeyan nabî? xo ême xoşman gereke.

12) sû degeł êmey binêre, geşt bikat û gep bidat û xoman parêzgarî debîn.

13) gutî: eger bîbene der, tûşî kuł û keser debim; tirsîşim hes gurg bîxwa û êwe agatan lê nebê.

14) gutyan: eger gurg xwardî – ke de xortîn û pêkeweyn - dyare ême zyanbarîn.

15) katê ke birdyane derê û be gelekomegî wîstyan bîxene bin bîrekewe, [îtir karyan tewaw kird û] êmeş ewman têgeyand ke: to lem kare agadaryan dekeyewe; ke xoyan hestî pê naken.

16) êwarê le tarîkanda, bo lay babyan - be giryanewe - wegeřan.

17) gutyan: babo! çûbûyn ẍarẍarênê bikeyn û yûsfîşman lay kel û pelman be cêhêşt; gurg xwardî. her çend řastîşt pê dełêyn, biřwaye be ême nakey.

18) kirasekeşyan hênabû; xwêne dirozney pêwe bû. gutî: dyare diłî xotan karêkî leber xemłandûn. xořagrî bê naşukirî [çarî mine]; lemeř ewaneş ke êjin, xuda dehanamewe dê.

19) karwanê hat, awkêşyan nard, dołçey dahêşt: mijde eme kuřîjgeye. wekû kała taqetyan kird; xwa le karyan be aga bû.

20) be nirxê kem, be çend direm firotyan û neşyan dewîst.

21) ew kesey le mîsir sendî, be jinê xoy wit: qedrî bigre beşkû qazancî lê bikeyn; yan bîkeyne zaroy xoman. bem awaye lew herdeda yûsfiman zor baş damezrand; ta ême fêrîşî bikeyn çon xewnan lêk bidatewe. xwa leser karî xoy załe; bełam zorbey em merdime lê nezanin.

22) wextê bû be pyawî tewaw, selîqe û zanistiman pêda. ême awa padaş be karçakan edeyn.

23) ew jine wa yûsif le małî ewa bû, temay têkird. dergakanî lê gałe da û gutî: belez amadeye. gutî: ey pena be xuda; ew aẍame, qedrî girtûm, [bê emeganî dawênpîs] ke naheqin, naxelesên.

24) wê pelamarî emî da û emîş ger bełgey perwerindey nedîba, awqay debû. bo eme bû ke xirape û şûreyî lê weprîngênîn; em yekê bû le ’ebde diłpakekanman.

25) be kêberkê her dû geyne lay dergake; gicî yûsfî lay piştewe dadřî û le berderî, tûşî serwerî wê hatin. gutî: sizay kesê çîye degeł mał û xêzanî to, temadarî şûreyî bê; ẍeyr le zînan ya cezrebeyekî bejan?

26) persivî da: wê temay demin kirdibû. yekê le xizmekanî wê hełîdaye: ger gicî em le lay pêşewe diřawe, wê řast eka û em viřoye;

27) ger gicîşî le piştewe dadřawe, wê diroy kird, ew řast deka.

28) wextê dîtî kirasekey le piştewe dadřawe, witî: eme le hêndêk fêłî êweye; fêłî êweş zor gewreye.

29) yûsif! waz lem base bêne. ḧurmê! toş bûrdin le xetat dawa bike; ke to le xetakaranî.

30) jinanî şar qawyan daxist: jina ’ezîz ḧez le xułamê xo deka; le diłdarîda sûtawe; wa dyare tewaw le řêge derçuwe.

31) le paş ewey tîzutaney ewanî bîst, le dûy nardin; gelê bałge û [xwardemenî] la danan û her yekey çeqoyekîşî pê sipardin. gutî: boyan were derê. her ke dîtyan ḧepesan û destekanî xoyan biřî û gutyan: ey namexwa! eme miro nîye û bê so firişteyê xoşewîste.

32) wê gut: eme ew keseye ke leser ew serdenşî mintan dekird; wîstim bibête dostim û destim degeł têkeł bika, xoy řagirt û bom taw nekira; eger ewey lewm dewê bîka, neyka, debê biçête zîndanê û wek êsîranî řabwêrê.

33) gutî: ey perwerindey min! zîndanekem pê xoştire lewey ewan lêm dexwazin; eger to geřî ewanem lê la nedey, diłim deçê bo layan û yekêk debim le nezanan.

34) xuda nizay qibûł kird û geřî ewanî lê la da, ke xoy bîser û zanaye.

35) paşan wayan be baş zanî - dway ew hemû nîşananeş - ta maweyek zîndanî bê.

36) dû xułamîş degeł ew çûne zîndanê. yekyan gutî: min xewnim dît tirê dewşim. ew dî gutî: min le xewma nanim beser sereweye, mel lêy dexon. xewnekeman bo lêkdewe; ême deto řadebînîn ke le xêrewmendekan bî.

37) gutî: berle jeme nanê ke botan dê û pêş xwardinî, manay xewnekew pêdełêm; ke emeş lew behraneye perwerindem fêrî kirdûm. min aynî ew kesanem welanaye, ke ne biřwayan be xwaye û laşyan waye qyamet naye.

38) min şwên dînî bawanî xom, îbřahîm û îsḧaq û ye’qûb keftigim; beřewaman nezanîge hîç şitêkî be şerîkî xwa bizanîn. emeş le çakey xwaweye ke derbarey ême û merdimî kirdige; bełam beşî zor le merdim her naşkurin.

39) erê êwey dû hawbendim! axo çendîn perwerindew pê baştire, ya xo xuday tak û tenyay zał beser hemû şitêka?

40) ewaney deyanperistin, çend şitêkî ẍeyrez xudan, ke xotan û bab û kałtan - serbexo - nawtan lê nawin; hîç bełgeyekî pitewtan le xwawe le desta nîye. fermanîş her hî xudaye û her ewîş fermanî dawe ke ẍeyrez ew meperistin. dînê ke řast û diruste her emeye, bełam zorbey xełkî dinyaye nazanin.

41) ey her dûy hawbendîxanem! yek le êwe debête meygêřî xêwî; ewekey tir le dar dedrê, ewsa melan çîney le serîda deken. karêkî ke detanewîst le encamekey bipirsin, wa zandira û her wedîş dê.

42) be yekêk lew dû kesaney boy danabû řizgar debê, witî: ke deçye lay aẍat, basim bike. şeytan neyhêşt le bîrî bê, le lay aẍay basî bika; ta çend sałêk le girtûxane mayewe.

43) şa gutî: le xewma dîtim, ḧew gay qełew ḧew çêłî leř deyanxiwardin; ḧew gułedexłî şînîş û ḧewtî dîkey wişkełatû. ey dîwexan nişînekan! em xewnem bo lêkdenewe, eger lêkderewey xewnin.

44) gutyan: her xewne diroznen; ême lem terze xewnane ser dernakeyn.

45) lew dû kese ewey ke řizgar kirabû - be dêrujwan - taze webîrî hatewe, gutî: emin botanî lêkdedemewe; sa bimnêrin.

46) yûsif! mêrî hemîşe řast! ḧew gay qełew ḧew çêłî lecer eyanxon, ḧewt wişûy hêşta her şîn û ḧewtî dîkeş wişkełatûn. em xewneman bo lêkdewe; ke min deçmewe lay merdim, beşkû ewanîş têbgen.

47) witî: ḧew sał le kişt wikał wiçan naden; herçîyekî dirûtanewe - kemêk nebê ke lêy dexon - le wişûy xoya bêłnewe.

48) le paş eme ḧewtî qatî û qiřî dadê; herçî pêşû bo emanetan hêştotewe, hemûy dexon; megîn kemê lewey qaym hełîdegirin.

49) le dway eme emcare şałêkî wa dê, bo hemû kes baran û řuwek mişeye û lewda mil le guşîn denîn.

50) şa gutî: bom bihênin. katê řaspardeke hat, gutî: wegeřê lay aẍat û lêy pirse, ew jinaney ke destî xoyanyan biřî, nyazyan çi bû? perwerindem le dehoyan agadare.

51) witî: boçî gerektan bû yûsif bo xow destemoken? gutyan: xwa bew řoje neka, ême karî şûreyîman lê nedîwe. jina ’ezîz hełîdaye: êste řastî aşkira bû; min temaḧim dew kirdibû; herçî ew gutûye řaste.

52) [yûsif gutî:] emeş boye bû bizanî, paşemleş ẍeyanetim pê nekird û xuda dehoy deẍełbazan naxate řê.

53) minîş hergîz hîç pakane bo xom nakem. news hemû xirapeyek be pyaw deka; megîn ewî perwerindem bezeyî pêda bêtewe. perwerindem xetabexiş û dilovane.

54) şa gutî: bîhênne lay min, wa dekem her ser be min bê. katê dwandî, gutî: to her lemřokewe le lay ême beřêzî û cêgay baweřî.

55) gutî: bimke be serkarî neẍdîne û berubûy wiłat; çawedêrî lêdekem û lêzanîşim.

56) a bem core yûsfiman lem serzemîne [be řêzewe] cê kirdewe; [xoş nişînêk bû] le her cê xoy wîstibay lewê dejya. herkê ême bimanewê ber bezeyîmanî dexeyn; padaşî çakekaranîş winda nakeyn.

57) xo dyare padaşî ew laş hêjatre bo ewaney baweřdar û xoparêzin.

58) birayanî yûsif hatin; bo dîtnî wejûr kewtin; nasînyewe, ewan emyan nedenasî.

59) dway eme barî barkirdin, gutî: êwe birayekî bawkîtan hes, bomî bêrin; ey netandî min xanexwêy çakim û pêwanekeşim tewawe?

60) eger ewm bo nehênin, pêwanew lelay min nîye û lêşim nizîk mekewnewe.

61) gutyan: be fêł ew le babî destênîn û bê xem be, em kare dekeyn.

62) xułamanî xoy têgeyand: ew dirawey ke dawyane, bîxene nawbarekanyan; şayet eger geřanewe małî xoyan, bînasnewe; beşkû emcareş bênewe.

63) ke çûnewe lay baweyan, gutyan: bavo! le pêwane bê beş kirayn; sa to biran wêřay ême řewaneke; deşpêwîn û agadarîşî lêdekeyn.

64) gutî: herwek carî pêşû birakeym pêtan sipard, ewîş bispêrim be êwe? çaktir parêzer xudaye û her xoy le hemû diłsozan diłsoztire.

65) ke barekanyan kirdewe, diravekeyan deskewtewe ke boyan nardirabowe. gutyan: bavo! çiman dewî? eme dezmayekemane ke boman nardirawetewe. bijîwî xêzanman dênîn; birakeşman deparêzîn; pêwaney pişt wiştirêkîş zêde dênîn; em pêwaneye hindike.

66) gutî: řegełtanî naxem ta peymanim be nawî xuda nedenê, ke her debê bom bênnewe; megîn giş deretanêkû lêgîra bê. katê ke peymanyan daye, gutî: xuda lem binare agadare.

67) gutî: ey firzendekanim! le yek dirgawe meçne naw, le derwazey cyacyawe biçne jûr; emin natwanim hîç şitêk le qezay xwa le êwe dûr bixemewe; ferman her bo xudaye û bes; xom her be wî despêrim û kesanêkîş ke ew be karsaz dezanin, ba xoyan her bew bispêrin.

68) katê lew cêy - ke babyan řay sipardibûn - çûne jûrê, em kareyan hîç şitêkî le ewan dûr nexsitewe, tenya her bo nyazêk bû ke le diłî yaqûbda bû pêkî hêna; ewîş bo xoy lew şitaney ke fêrman kird zanayek bû; bełam zorbey zorî merdim lêy nazanin.

69) katê le małekey yûsif çûne hundur, birakey xiste lay xoy û gutî: min birayekey tom; lewey ke ewan wayan kird xemgîn mebe.

70) gava barî bo bar kirdin; zerka awêy xiste duřbarî birkey; paşan cařçîk cařî řahêşt: karwanîne! êwe dizîtan kirduwe.

71) řûyan têkirdin û gutyan: êwe çîtan lê gum buwe?

72) gutyan: şerbey awî şaman lê gum buwe û her kesê bî hênêtewe, bare ḧuştirêkî heye; minîş desteberî debim.

73) gutyan: swêndeke be xuda - xow dezanin - ême boye nehatgîn lem herde bedfeřî bikeyn û dizî le me řûy nedawe.

74) gutyan: eger dirow le ser sûrewe bû, sizaw çîye?

75) wityan: herkê le barîda peyda kira, her bo xoy sizay xoyetî, ke sizadanî naheqan her emeye.

76) ewsa pêş barî birakey barî ewanî pişkinî; paşan le barî birakey hênayeder. awa fêłman bo yûsif kird. le yasay ew padşayeda nedebuwaye birakey gil bidrayewe; megîn xuda wa ḧez bika. her kesêkî ême ḧez keyn pileple bałay debeyn. le ban hemû zanayê zanatrêk hes.

77) gutyan: eger ew êstake dizî deka, le pêşûşda birayekî ew dizî kird. yûsif ewey dedił girt û lewanî aşkira nekird. gutî: ḧałî êwe lewan xiratre; ew baseş ke êwe deken, xwa lengoy çatir dezanê.

78) wityan: ey ’ezîz! bawkêkî zurhanî hes; le cêgey ew yekê le ême gil dewe; to debînîn le řêzey xêrewmendanî.

79) gutî: ey pena be xuda eger ême ẍeyrez kesê kałay xoman le lay ew dozîwetewe, gil deynewe. ger webkeyn, ewsa le naheqîykaranîn.

80) katê ke lêy nahumêd bûn, bosirte çûne kenarêk. gewrekeyan hełîdaye: bo êwe netanzanîwe ke bawkitan peymanêkî be nawî xuda lê sandin; lewe pêşîş xirapew le řadebeder derbarey yûsif kirduwe? sa lem herde dernakewm heta babim îznim deda, yan xwa biřyarim bo deda; ew xoy çaktir le her kesê pê řadega.

81) êwe biçne lay babtan; bêjin: babo! kuřeket dizî kirduwe; şayetîşman neda meger leser ewey ke zanîman; agaşman le nedyar nebû.

82) le merdimî ew şare ke êmey lê bûyn lew karwaneş ke degełyan hatînewe, pirsyar bike; ême bêso řast debêjîn.

83) gutî: nexêr, heway diłtan karekey le ber xemłandûn. [dîsaneke] xořagrî bê naşkurî; ewe xwaye beşkû giştyan bihênêtewe bo lay min. xuda bo xoy agadar û lekarzane.

84) îtir řûy lewan wergêřa û gutî: ey daxim bo yûsif û le soy yanî tane peřye serçawanî û herwa pîşî dexwardewe.

85) gutyan: be xuda swêndeke, to qet yûsif le bîr nakey; lewaneye nexoşt xa yan bitkujê.

86) gutî: gaznide û diłmendîm her bo xuda edirkênim û min le xwawe gelê şitî wa dezanim ke êwe lêy agadar nîn.

87) řołekanim! biřon, bełke soraẍêkî yûsif û birakey biken; nahumêdîş mebin le bezeyî xuda; her ewaney xwanenasin, le bezeyî xwa nahumêdin.

88) le dway ewey geyştine lay, gutyan: ey ’ezîz! hem xoman hem xêzanman le bê bijîwî kelelayn; kemêkman diraw hênawe, bîke sedeqey serî xot, pêwaney tewawman deye; xwa padaşî xêrewmendan le bîr naka.

89) gutî: axo pêw zanîwe çîtan be ser yûsif û birakey hêna? êwe beřastî nezan bûn.

90) gutyan: a tu xwa beřaste! yûsif xotî? witî: bełê, xom yûsfim û birakeşim ewetanê. xuda ber minetî kirdîn; çunkû herkê xoparêz û xořagir bê, dyare xuda padaşî akar pesnidan winda naka.

91) gutyan: wexuda swêndeke, xwa toy - beranber be ême – serxistuwe û ême le xetakaran bûyn.

92) gutî: emřo gaznide û leser nemawe; xuda xetatan depoşê û her xoy le giş be bezeyyek diłsoztire.

93) em kirasey min bernewe, bîxene ser dîmî babem; çawekanî ça debnewe. hemû kes û karêkîştanim bo bênin.

94) wextê karwan řewane bû, babyan gutî: eger neyjin hateran pateranî wit, min bonî yûsfim bo dê.

95) gutyan: be xwa, to her leser řê nezanînî pêşûtî.

96) ke mizgênîder hate ber, hawîtye ser demuçawî; çawekanî çak bûnewe. gutî: min newatim pêtan, ewî min le xway dezanim, le zanistî êwe dûre?

97) wityan: bavo! ême le řê laman dawe, le perwerênit dawa ke lêman xoş bê.

98) gutî: her zû dawa le perwerênî xom dekem ke ’afûtan bika û her xoy le gunah debûrê û dilovane.

99) wextê gehane cem yûsif, dak û babî birde nik xow gutî: êwe werne mîsir û - xuda yar bê - hîç nařeḧetîw tûş nabê.

100) day û babî weban textewe nîşand û hemûyan kiřnoşyan bo kird. gutî: bavo! eme xewnekey pêşûme; perwerênim akamekey wedî hêna û le paş ewey şeytan le nêwanî min û birakanim bedfeřî kird, zor çakey derbare kirdûm; le zîndanî derhênam û hingoşî lew sarayewe hawirdewe. perwerênim, bo her kesêkî xoy ḧez ka diławaye û bo xoy zanay lekarzane.

101) ey xudanim! lem wiłate to destełatit pêdawim û fêrit kirdim çilon xewnan lêkdemewe. wedî hênî asmanekan û zemînî! her toy le dinya û le qyamet gewrey minî. leser biřway tewaw be xot, bim mirêne û bimgeyenewe be pyawçakan.

102) emane ew dengubasaney nadyarin ke be toy řadegeyênîn; ewsa ewan kakewbiraley xoyan kird fêłê biken, to her agaşt lê nebuwe.

103) her çende zorîş papabî, em merdime zorbeyan biřwa nahênin.

104) xo to hergîz [bo em kare] padaşêkit lewan nawê û eme tenya pendêke bo xełkî dinya.

105) çende zeḧfin nîşanegel le ’asmanan û zemînda; belayanda řadebirin û gwêy pê naden.

106) beşî zoryan biřwa be xwa nahênin û her gerekyane ke şerîkî bowedozin.

107) axo ewan arxeyanin ke cezrebey dapoşerî xwayan bo naya? yan guzugummet sełayan lê řanabê; ke her hestîşî pê neken?

108) bêje: eme řêgay mine; hem xom hem ew kesaneş şwênim keftûn - be bełgewe - bo xwanasî, gasî dekem. xwaş hemîşe pake û take û lewane nîm ke şerîkî bo peyda kem.

109) pêştir le toş, her pyawanê le xełkî bajêřekanman - lelayen xoman - têgeyand. boçî neçûn lem zemîne geştê biken, ta bibînin çarenûsî pêşînekanyan çon bûge? bo ewaney xudê tirsin, małî ew dinya xastire. dey sa boçe her tê nagen?

110) ta ewsa ke pêẍemberan nahumêd bûn, merdimîş wayan dezanî ke diroyan degeł kirdûn; yarmetî êmeyan bo hat. ewaneş wa ḧezman kird, řizgar kiran û tund û tîjîşman le hember tawanbaran nawegeřê.

111) le serguruştey emane, pend heye bo be’awezan. wateyekî hełbeste nîye; bełkû [řaste] baweř deka bewey le ber destîdaye û şî kerewey hemû şite û řêşandere û bezeyye bo ew kesaney bebaweřn.