11- hûd

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 19 Xulek  1023 Dîtin

we naw xuda ke dehende û dilovane

1) elîf, lam, řa. kitêbêke bełgekanî pitew kirawin û le paşan lelayen karzanî zana şî kirawin.

2) ke nabê hîç biperistin ẍeyrez xuda; min le xudawe bo êwe tirsêner û mujdederim.

3) le perwerindey xotanîş dawa biken, lêw bibûrê û bişgeřênewe bo lay ew, ta maweyekî nawniraw jyanî xoştan bo dabîn ka û degeł xawen her çakeyek çakey bika. eger piştîşû heł biken, tirsim heye řoja mezin sizaw bidrê.

4) berew xuda degeřênewe û xoy hemû şitî pê dekirê.

5) to bizane ewane singî xo xwar dekenewe ta le xudawe dyar nebin; to bizane lew kateda xo be cilkyan dadepoşin, ew dezanê çîpe lemeřçî deken û çî be aşkira debêjin; xoy le řazî hemû diłan agadare.

6) lem zemîne her şitê decûłêtewe giştî řozî leser xwaye; dezanê binkey le kwêye û le kwêda xoy ḧeşar deda; serleberî le nûsrawî dyarîdaye.

7) her ewîşe ke asmanan û zemînî le şeş řoja dirust kird û textî fermanřewayî ew le ser aw bû; ta betaqîtan katewe, kamû akarû çaktire. ger witîşt: le paş mirdin êwe zîndû dekirênewe, dyare xudanenasekan êjin: eme her be aşkira caduwe.

8) eger bo maweyê kemîş azaryan lê wedwa bixeyn, êjin: çî řê pê nedawe? bizanin řojê azaryan bigate la, îtir لێان nawegeřê, ewî gemeyan pêdehat dewryan deda.

9) ger tamî xoşîyman be miro çêjand û paşan lêman estandewe, bê guman le nahumêdî mil le nasupasî denê.

10) eger paşî lê qewmanîş şadmanîman pê tamand, hełbet êjê: qortekanim lê řewyun. be keyfe û be xoy hełdełê.

11) megîn ewî xořagir û akarçak bûn; beşî ewan bûrdin û padaşî here mezin debê.

12) wêdeçê le hêndê ferman - ke bo to dê - xo bibwêrî û bibête mayey diłtengît, ke pêt êjin: çima gencê le baławe boy nehatote xwarewe; yan lanî kem, firiştêkî degeł nehat? to tenya tirsênerêkî û her xudaye ke çawdêrî hemû şite.

13) yan êjin: hełîbestige. bêje: eger qisew řaste, desa êwe beyarmetî her kesê destû dekewê - ẍeyrez xuda - desûřetî hełbeste her wek em bênin.

14) eger le persivtan daman, sa bizanin qur’an le zanistî xwawe nardirawete xwarewe; ke hîç şitîş şyawî peristinê nîye, megîn her xoy. axo êwe deyselmênin?

15) herkê jînî em dinyaye û zerq û berqî ewî dewê, ême mizey kirdeweyan - be tewawî her lem dinyaye dedeynê û çîşyan lê kemewe nakirê.

16) ewane her ew kesanen řojî seła, ẍeyrez agir, beşyan nîye û herçî le zemîn kirdyan befêřo çû.

17) axo kesê le perwerindey xoyewe bełgey řûnî pêdrawe û şayetêkîş le xwawe be şwênya hatuwe û kitêbî mûsaş - ke berlew pêşewa û cê bezeyî bû - basî deka, [wel ewaney ke bê bełgen wekû yekin? ewane bełgeyan heye] bew qur’ane biřwa deken. her kesîş lew komełane ḧaşay lê bika, cêy le agir xoş kirawe. sa to lêy beguman mebe, eme řaste û le perwerindey tořaye; bełam zorbey em merdime baweř naken.

18) kê lew kese naheqtire diro bo xwa heł bibebestê? giş emane le beranber perwerênyan řadenên û şayetan şayetî deden ke emane be dem perwerindey xoyan ew diroyaneyan hełbest. deba naheqîkarekan ber neḧletî xuda kewn.

19) her emanen řêy berew xwa debestin û merdimî pê lařê deken û xoşyan be řojî qyametê bê biřwan.

20) emane lem serzemîne natwanin le xuda řaken; le xudaş pêwe kesyan bo dost dest nakewê. ew kesane dûsere azaryan heye û ne twanîwyane bibîsin, ne twanîwyane bibînin.

21) ewanen ke xoyan dořand; her diroyekîş hełyan best, befêřo çû.

22) hîç guman leweda nîye ke lew dinya le hemû kes dořawtirin.

23) ewaney xawen baweř û akarçak bûn û diłyan be perwerênyan daseknawe, ewanen deçne beheşt û tahetayey têda debin.

24) nezîley em dû taqme wek nezîley kwêr û keř û çawsaẍ û jinewendeye; axo emane çun yekin? dey boçî pend wernagirin?

25) nûḧman şande lay hozekey, ke: min botan tirsênerêkî aşkiram.

26) cige le xwa meperistin; nîgeranim newek řojê azarî bejanû tûş bê.

27) giregrey hozekey - ke xwanenas bûn - gutyan: wek ême det bînîn, toş miroyekî wek xoman; emaneş ke şwên to kewtûn, řûtewpûtey bê awezin; neşman dîwe şitêktan leme zyatir bê; bełkû ême pêman waye diro deken.

28) gutî: gelo! eger bêjim perwerindem bezeyî be minda hat û xwêndumyewe û nîşaney ewm lelaye û êwe agatan lê nîye, çon debînin? axo ger xotan ḧez neken, dekirê ême besertanda bisepênîn?

29) gelo! ewendeş bizanin hîç mizim le êwe nawê; padaşî min leser xwaye û ewaney xawen baweřn deryan nakem; bê so ewan degeł perwerênî xoyan dîdar deken. bełam min debînim êwe komełêkî bê awezin.

30) gelo! eger min lelay xomyan derbikem, kê le xwa řizgarim deka? axo hîç bîr nakenewe?

31) pêşû nałêm min gencînedarî xudam; be pîwaranîş nazanim; naş bêjim firişteyêkim; naşłêm ewaney ke êwe be sûkî lêyan deřwanin, xwa çakeyan degeł naka. xwa çaktir dezanê çîyan le diłdaye. eger wabim, ewsa yek le naheqanim.

32) gutyan: ey nûḧ! dem bedemet wel kirdîn û cwabecengît firey xayand; ger řast ekey, herçî êjî besertan dê, pên binwêne.

33) gutî: xuda eger ḧez ka, pêw denwênê û nakirê leberî biřewn.

34) her amojgaryektan bikem behre nada; eger xuda biřyar bida gumřaw bika. xoy xudanî hemûtane û her bo lay ewîş deçnewe.

35) yan debêjin: xoy hełîbest. bêje: er hełmibestuwe, tawanekey leser xome; minîş le tawanî êwe berkenarim.

36) be nûḧ řageyandirabû, ke: le naw hozekey toda, cige lewaney ta êsta baweřyan be xwa hênawe, kesî tir biřwanahênê û lew akarey ke heyane ẍemgîn mebe.

37) le jêr çawedêrî ême û hanay ême, gemye saz ke û lemeř ewane memdiwêne ke naheq bûn, ewan debê jêr aw kewn.

38) xerîkî gemye sazkirdin bû; her çend xawen paye û maye le hozekey belayda řabbirdinaye, ḧenekî xoyan pêdekird. gutî: eger êwe gałteman pê deken, bem zuwane her wek êwe gałte deken, êmeş gałtetan pê dekeyn.

39) leme bew lawe tê degen, kê tûşî azarî wa dê abřûy biçê û cezrebey le binenehatûy beserda bê.

40) ta ew katey ke fermanî ême geyî û tendûr be nihêm zayewe; gutman: le giş nêr û mêwê duwan hełgire; degeł kes û kareket û herkê baweřî hênawe; megîn ewî berê biřyarî bo dirawe; ke hemûyan bê baweř bûn, megîn kemyan.

41) gutî: le nawîda swar bin! řewanebûnî û lengerî, be naw xwaye; xudanî min bebûrîne û dilovane.

42) gemyeke ewanî debird, be naw pêlî wada deçû wek çyayan. nûḧ gasî kirde kuřê xo - ke le şwênêkî çepek bû -: kuřîjgekem! wel êmeda swar bibe û degeł xwanenasan mebe.

43) gutî: emin pena be çyayek debem ke le awim deparêzê. gutî: emřo hîç paraztin le fermanî xuda nîye; megîn kesê xoy bezeyî pêda bêtewe. şepol kewte nêwanyan û xiraye řêzî xinkawan.

44) ewca gutra: zemîn! awit hełquřêne; berzayî! bes bibarêne. aw řoçû be naxî axa û kar serî girt; leser cûdî lengerî girt. witra: tarin, ewaney naheqîkarin.

45) nûḧîş leber perwerindey pařayewe, gutî: ey perwerênî min! kuřim kesukarî mine; bełênî toş her dête cê û to le giş fermanřewayek lêzantirî.

46) gutî: ey nûḧ em kuřet kesî to nîye; akarî napesnidî hes; her şitê çî lê nezanî, dawa meke; min amojgarît lêdekem ke neçîye řêzey nezanan.

47) gutî: ey perwerindekem! her xo be to deparêzim; daway şitêkit lê bikem ke nayzanim; eger bezet pêmda neye û lêm nebûrî, yekêkim le zyanbaran.

48) witra: ey nûḧ! be siłametî û bew pîtewe - ke dawmane be to û be hawseferanit - dabuweze; çîn û berekanî dwayeş, ta maweyek mewday jyanyan edeynê û paşan tûşî azarî bejanyan dekeyn.

49) emane lew hewałaney berpêwarin - ke be toy řadegeyenîn - lemewber ne to det zanîn ne hozeket. xořagir be, dwařoj bo xudê tirsane.

50) bo lay ’adîş hûdman nard - ke birayan bû - gutî: gelo! peristindey xuday tak bin; beẍeyrez ew êwe xudayektan nîye; êwe tenya her diroyan denexşênin.

51) gelo! bo em kare mizêkim lêw nawê; padaşî min leser dahênerî mine. axo bo debê tênegen?

52) gelo! daway lê bûrdinîş her lew biken û berew ew bigeřênewe; ke lew berzewe be řêjne barantan bo binêrê û pêzê tir bida be hêztan. herwa be tawanbarî řû wermegêřn.

53) gutyan: ey hûd! to hîç bełget le xudawe bo nehênayn; her be qisey toş, me le peristîwekanman des bernadeyn; biřwayeş be to nahênîn.

54) ême her ewende êjîn: řenge hêndêk lewaney deyanperistîn, tûşî tûşyekyan kirdibî. gutî: xwa be şayet degirim, êweş herweha şayet bin lewî êwe deyperistin berkenarim;

55) le ẍeyrez xwa. sa hemûtan fêłanim lê bidoznewe û mewdam meden.

56) min xom sipard bew xudaye ke minî perweranduwe û perwerindey êweş ewe. her şitê decûłêtewe, jî û jyarî leser ewe û dyare řêgey perwerindem řasteřêye.

57) eger neyêne ředayeş, min be herçî řaspêrawim pêm geyandin; xudanî min merdimê tir le şwênî êwe dadenê û hîç zyanîşî lê naden. perwerindem çawedêrî hemû şite.

58) katê fermanî ême hat - le bezeyî xomanewe - hûd û ewaney degeł ew hawbaweř bûn, le cezrebey here sext necatman dan.

59) eweş ’aşîretî ’ad bû, ke sebaret be nîşaney perwerênyan ḧaşayan kird û le fermanî pêẍemberekanî xoyan layanda. her kesêkî bilewez û lasar bû şwênî dekewtin.

60) lem dinyaye û le řojî hestaneweşda, nefrînyan her be şwênewe. agadar bin ke hozî ’ad lemeř perwerindey xoyan be ḧaşa bûn. ba bitarên ’adekan ke hozî hûd bûn.

61) bo lay semûdîş birayan sałḧiman nard. gutî: gelo! her xuday tak biperistin; êwe beẍeyrî ew xudayektan nîye; ew lem xakey wedî hênan û wîstî awedanî biken; lêbûrdinî lê bixiwazin; paşan berew xoy wegeřên. perwerindey min nizîke û defryawdê.

62) gutyan: sałḧ! berle êstê cêgey humêdî ême bûy; axo řê nadey ewaney bab û kałman deyanperist, byanperistîn? ême lewey ke to êmey bo bang dekey, begumanîn û dûdłîn.

63) gutî: gelo! er min le perwerindemřa bełgey aşkiram hênabê û weber bezeyî ew kewtibim, eger le fermanî derçim, kê heye be firyam biga? lengoş hîçim nayeteber ẍeyrez zerer.

64) gelo! eme wiştir xwaye û nîşaneyeke bo êwe; beřełday ken le zewî xuda biçerê û be xirap destî bo meben; dena azarêkî nizîk detangirê.

65) keçî let û petîşyan kird. gutî: sê řoj le mał xotana řaybiwêrin; eme bełênî [xudaye û] bê diroye.

66) her ke fermanî ême hat, le bezeyî xomanewe sałḧ û ew çend kesaney degeł ewa hawbaweř bûn, le řîswa bûnî ew řoje necatman dan. perwerindet xêwî hêz û destełate.

67) ewaneş ke naheqîyan kird, nareteyê wayan bo hat, le naw małanî xoyanda demewřû hestyan lê biřa;

68) detgut her lewê nejyawin. bizanin ke hozî semûd le perwerindey [meznyan] ḧaşayan kird; hey leweş bewlawetir çin.

69) řaspardekanî êmeş mijdeyan da be îbřahîm; gutyan: selam. witî: selam. zor pê neçû golkêkî biryanî hawird.

70) wextê dîtî destyanî bo dirêj naken, karekeyanî pê bełacewî hat û tirsî řê nîşt. gutyan: to endêşt nebê; ême bo lay hozî lût beřê kirawîn.

71) jinekey - ke hełwêstabû - kenî hatê. ewsa mizgênîman pê da be îsḧaq û sereřay îsḧaq be ye’qûb.

72) jine gutî: hay le minê! axo minî pîrêjin minałim debê û em şuweşim pîremêre? beřastî şitêkî seyre!

73) gutyan: axo fermanî xudat pê seyre? xêzanî em małe! beze û pîtî xudatan nisîw bê. payeberzî û pê hełgutin her le xoy deweşêtewe.

74) îbřahîm - ke tirsî şika û mizgênîyekeşî pê geyşit - leser hozî lût sikałay degeł kirdîn.

75) ke îbřahîm le serexo û diłnerim û berew xuda bû.

76) îbřahîm leme waz bêne, fermanî xudat hatge û bê gumane bełayekî bê geřaneweyan bo dê.

77) katê řaspardekanman geyne lay lût, be geyştinyan dijdama û pêyan kewte tenganewe û gutî: emřo kar dijware.

78) hozekey be hełedawan lêy weko bûn; depêşîşda her karyan bê namûsî bû. gutî: gelo! em kîjanem bo êwe bin, pakjitirin; tiristan le xuda hebê û şermezarî mîwanekanî xom meken. axo pyagê akarbaştan têda nîye?

79) gutyan: xot emet zanîwe, hîç karêkman be kîjekanî to nîye; dyare bo xoşt dezanî çîman dewê?

80) gutî: birya hêzim be êwe bişkaye; yaxo penam bibirdaye be cê penayekî ḧestem.

81) gutyan: ey lût! ême řaspardey xudatîn; destî emanet pê naga. to degeł mał û xêzanit - le çend betłêkî şewêda - bikewne řê; kestan awiř nedatewe; ẍeyrî jinit, ke herçî tûşî ewan bê, tûşî wîş dê. jwanîşyan berî beyane; axo beyan nizîk nîye?

82) ke fermanî ême geyîşt, ew cêman serewnxûn kird. gizmûlequřî berdasan be bê nawbiř bo barandin.

83) be diruşmî perwerindet hemû nîşane kirabûn. bełay awa derbarey naheqîkaran hîç dûr nîye.

84) bo medyenîş şu’eybî birayanman [nard]. gutî: gelo! xuday tenya biperistin; le ẍeyrî ew hîç peristûyektan nîye. le kêşan û pêwaneda gizî meken. xoş guzeranû debînim û min lew řoje tirsim heye azarî dagirtan bo bê.

85) gelo! kêşane û pêwane û beranber bê; şitîş kem meden be xełk û le dinya leser bedfeřî, pê damegirin.

86) eger biřwatan be xwa bê, herçî ew bow bêłêtewe botan çake û çawedêrîw be min nîye.

87) gutyan: şu’eyb! mer nwêjeket hanet deda ême waz lew şite bênîn ke bab û bapîranî me deyanperist, yan wek xoman demanewê le darayî xomanda deskarî nekeyn? beřastî ke to pyawêkî leserexo û be selîqey.

88) gutî: gelo! eger bêjim bełgeyekî behêzim le perwerindeřa lelaye û her ewîşe bijîwî başî pêdawim, çon debînin? eger dijû dewêstim û êjim fiłan kare meken, xo nyazim ewe nîye ke xom bîkem. nyazî min her eweye - ta detwanim- [karubartan] saman bidem. be awat geyştinîşim her be xwaye û jînî xom bew siparduwe û berew xoy degeřêmewe.

89) gelo! dijwêstanî êwe le ḧandî min tûşî tawanêktan neka ke ew bełay hozî nûḧ û hozî hûd û hozî sałḧ beseryan hat, beserû bê. beserhatî hozî lûtîş lemêj nîye.

90) êwe le perwerindetan dawa biken, lêw bibûrê; paşan berew xoy wegeřên. perwerindem dilovan û mîhrewane.

91) wityan: şu’eyb! zor lew şitane tênageyn ke to êjî; le naw xoman bê destełatit debînîn. eger leber xatrî xizmanit neba, berdebaranman dekirdî; to derostî ême nayey.

92) gutî: gelo! axo xizmekanî mintan pê le xuda girîngitre, ke xudatan xistote pişt gwêtanewe? her karêkî êwe deyken, perwerindem dewrey dawe.

93) gelo! êwe ewey le destû dê bîken; minîş wa xerîkî karim. lewe bewlawe dezanin kê azarî abřûberey dête ser û kê be dirozin derdeçê. çawenoř bin; ewa minîş degeł êwe çawenořim.

94) ke fermanî ême geyîşt, le bezeyî xomanewe şu’eyb û hewałekanî baweřdarîman necat da; naheqîkaranîş ne’retêk way tasandin ke hemûyan demewřû pişûyan biřa;

95) detgut her lewêşda nebûn. ba bitarên xełkî medyen; wekû hozî semûd taran.

96) herwa ême mûsaman be çendîn nîşaney xoman û bełgeyekî aşkira nard,

97) berew fîr’ewn û pyawanî dîwanî. ewîş her gwê befermanî fîr’ewn bûn; ke fermanî fîr’ewnîş dijî řastî bû.

98) řojî seła wepêş destey xoy dekewê û hemuwan debate naw agir. çend xirape ew cêy ewane deyçinê!

99) lem dinya û le řojî dwayîş, neḧletyan be şwêneweye. ay lew xełate dizêwe!

100) emane çend hewałêk bûn lew şarane ke bo toy degêřînewe; hêndêk lewane her hen û hêndêkîşyan lebeyn çûgin.

101) naheqîyman lê nekirdin; bełam ewan naheqîyan derbarey xo kird. katê ferman le perwerindey tořa hat, ewaney peristîwyan bûn - cige le xwa - hîç karêkyan bo nekirdin û - cya le zyan - hîç şityan bo zyad nekirdin.

102) awayneye ẍezebî perwerindey to, katê şaranê dadegrê ke xełkekeyan naḧeqin. ew azarey xuda deyda, zor bejan û zor dijware.

103) lemaneda bo ewaney le azarî řojî pesłanê bitirsin, pendê heye; ke řojêke hemû merdim giş lewê ko dekirênewe; řojêkî dyar û berçawe.

104) ew řoje wedrengî naxeyn, megîn bo maweyekî kem.

105) řojê ke dê, hîç kes be bê îznî xuda miteq naka; le nawyanda qerebext û bextewer hen.

106) sa ewaney qerebextin, le agiran be ax û henîsk danin.

107) her dewêda demênnewe, hetakû em ’asmanane û zemîne hen; ca megîn perwerdigarit meylî lê bê. perwerindet herçî xoy byewê deyka.

108) ewaneş ke bextewerin, her le beheştêda debin, heta em asmanane û em zemîne hen; megîn ewey perwerindet meylî lê bê. bexşişêke nabřêtewe.

109) sa to sebaret bewey wan deyperistin, diřdong mebe. her ewane deperistin ke bab û kałî pêşûyan persityanin. êmeş be bê kemayesî beşî xoyanyan dedeynê.

110) me kitêbman da be mûsa û kêşey leser hełayîsa. xo eger perwerindey to ewsa biřyarî nedaba, zû kêşeyan debřayewe; ke êstaş sebaret bem, her dûdił û begumanin.

111) bêgumane perwerindet qerebûy kirdey hemûyan be tewawî dedatewe û her xoy le her karê deyken, agadare.

112) wek fermanit pêdrawe, xořagre! ewaneş ke letek toda berew xuda wegeřawin, ba herwa bin; serpêçîş le ferman meken! herçî bîken xuda deybînê.

113) řimûdey ewane mebin ẍedrê deken! dena be agir desûtên. ẍeyrez xudaş hîç kes dostayetîw naka û îtir kesîş paşan yarîdetan nada.

114) le her dûk alî řojêda û çen betłî seretay şewê, nojê bike; çunke çake xirapeye lebeyn deben. eme pende bo ewaney pendigir bin.

115) her xobgire; bêso xuda padaşî çakekarekan winda naka.

116) em hemû berew çînaney berle êwe hatin û çûn, çone kesê wayan nebûn, řêga neden le zemînda xirape beřêwe biçê? megîn kemêk lewaney řizgarman kirdin le nêwyana. naheqîykarekanîş her kewtine şwênî xoşguzeranî xoyan û tawanbar bûn.

117) perwerindet - be naheqî - çi car qiřanî nexsite ew şaraney akarçak bûn.

118) perwerindet eger ḧezî bikirdaye, xełkî dinyay giştî dekirde yek ayn; bełam be natebayî her demênnewe;

119) [ca] megîn perwerindey to bezeyî pêyandabêtewe; ke her boyey dirus kirdûn. biřyarî perwerindeşt her dête cê, ke: cehendem, le cindoke û binyadem - hemû - piř dekem.

120) em ḧemke dengubasaney pêẍemberanit bo dekeyn, ke diłdarît bideynewe. herçî lemeda bo to hat, řastî řiste û bo gelî xawen baweřan amojgarî û bîrewerî têda heye.

121) bew kesaneş ke baweřyan nîye, bêje: herçî le destû dê bîken; wa êmeş karî xo dekeyn.

122) çemeřaş bin, ewa êmeş çawenořîn.

123) her şitêkî berpêware - le asmanan û zemînda - giş bo xudan; hemû karêk her serbewe. sa to her ew biperiste û çarenûst bew bispêre. her karê ke êwe deyken, perwerindet le hîçî bê aga nîye.