ke mindał bûm
bîrewerîye řaburduwe şîrînekan, em çend wêneyeyan be şî’ir pê kêşam, yadgare bo lebîr neçûneweyan.
Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
5 Xulek
1570 Dîtin
1- geřek:
qapî textey dû derwazeher takê, nexşî cyawaze
dû ełqeřêzî bedes qurs
gopkey zorî asin û mis.
bo çawezar
bo temaşay dyarî řêbwar
beser dîwarî dergawe
nałêkî zil dakutrawe
mûrûy şînî tê xirawe.
***
gwêsebaney nizmî nîştûdirextî naw ḧewşey hełçû
kołanî teng,
pencerey şûşe řengawreng.
dûkanî derga leser mał
nexşî xet xetênî minał.
sekoy dirêjî naw dałan
awiřşênî řêy ber małan.
mêwî ser ḧewzî bin fênk
hêşûy piř çing.
gozey jêr sêberî tezîw
towî hełwerîw
hêlaney ser pêşî heywan
bo kotrî neşîmle û cwan
taşebefrî pêşî dûkan
çîx û mangeşewî serban.
***
jûrî gewre, kellegî nawçak swaẍdiraw
be çwardewra řefey dirêj
çînî û kaşî leser řîze
bermałî nwêj
hełwasrawe, zor azîze.
mewcî serniwênî hełçinraw
semawerî zerdî warşaw
taqî qûłî zorî dîwar
bała’awêney berewxiwar.
***
bałexaney pêş textebengsewz û sûr řeng
be çaw tozê xwar û laseng
beser ḧewşey naw geřeka,
eřwanêt û keşxe eka!.
***
paşmawey kone gořistan,tak tak kêlî bederewe
merqedî şexis, ayîn pîran
beydaxî sewz be serewe.
şewîş momêkî dagîrsaw
lay kêlî jûr ser danraw
dewrî merqed řûnak eka
nîza bo pyawî çak eka.
***
yan le kelawey çepekake zorin lenaw geřeka
dîmenî şeřekełeşêr
legeł yeka
ta xwên le popne etka
ta yekêkyan ekewte jêr
ta letik û tas eçowe
êwareman direng ekird,
çêştekanman sard ebowe.
***
=2- şayî:řojî şayî her beyanî
berdem derga, naw kołanî
ser, serbanî
małî bûkê yan hîy zawa
begişt małî geřek awa
piř ebû le, cil zerd û sûr
le mîwanî geřekî dûr
le minałewrtikey giřoz
le lawî qoz
le jinan û kiçî geřek
le bonî xoş
le desgêřî wirdefroş
ke qars ebûn be naxûnek!.
***
wa desberdanî pyawanenobey hełpeřkêy jinane
bo lay ser gwêsebane
katî germey serinicdane!
sûrawî zor, sipyawî xest
xeney qaç û, baznî dest
keway taqe, çeftey sûrme
wirşey desmałî têl qirme
hařey xişłî zorî xwasraw
çawî be kil êcgar řêjraw
lerzey aşq beng û kirmek
wirşewpirşey kirasî xamek
mêxekbengî ta nawik şoř
panî berzî řeng meyle û mor
goberokî suxmey guł guł
le gułhêro milwankey mil
***
cûłe cûłî kabray şayerbe des, be ser
pya hełdanî bê seruber
dize dizey êmey minał
bo bestinî likî desmał
ta bibînîn
ta pêkenîn
bew encamey ke desberdan
desmałî leyek e’ałan!.
***
=3- nanxiwardin:mencełî gewrey zincîrdar
be çend jinê ehate xwar
piře menceł û lêwanlêw
tê ke yapraxî gełamêw
ẍełbey qise, bangî minał
teqe teqî qapî betał
bernekewtin, bołewxute!
le mirîşk û le pişîle,
kişe û xite!
dewrîy fiřan
bo qujbinî kes pê nezan
giryanî minał, nûkenûk.
cêgey seẍłet, ḧewşey biçûk.
le der, le qujbinêkî kelawe
leber sûrîy ew hetawe
çend swałkerê birsî û damaw
seryan be yekewe nawe
leser yapraxî hełweşaw!.
4- bûk birdin:
le jûrewe bûk řêk exenełên qeyrêkî tir eyben
wa hate der
tara beser
tara: řengî erxewanî
bûkîş: perîy kurdistanî
şerim lenaw çawî geşa
cwanî wa lenaw baweşa.
tikey areqî ser gona
qetrey şewnime le xwêna!.
dû perî destyan girtuwe
kemê pêş xoyan xistuwe
wekû behar
řazaweye bûkî nazdar
neşmîle û cwan
wekû kiçî şî’rî «goran».
***
bo temaşay bûkê kirdinpałepestoye û řetbirdin
cêge ta bê tengitir ebê
serban û der piřtir ebê
dengî ẍełbe û zûřna û dehoł
egate çoł!
hengawî wird, nerme řoştin
westanî zor, areq řiştin
ewa berew małî zawa
şayî û bûk pêkewe eřwa
her lepaş heşt no hengawê
nûçdanêkî kem, bo tawê
awêney çwarçêwe texte
cyazî bexte
pişt le xełkî, řû le bûke
dîmenêke êskisûke.
***
małî naw kołanî ser řêbo seyr hatûne derê
xozgey kiçî şû nekirdû
be kizewe mil lar girtû.
le serincî çawa dyare
řû hêmne
bełam derûn bêqerare!
gomî arezûy bêbne.
çirpey kuřan be gwêy yeka
nehênîy qise der’exa!
le piřêka pêkenînê
nehênîy der’epeřênê.
minałewrtikey bêşumar
wek gełay dar
hetakû bin
zortir ebin
ne bo bûke û ne bo cwanî
ne bo hełpeřkê û goranî
ne bo xoşîy zemawenge
ne bo kîjî şoxuşenge
wa şwên kewtûn
lepêşewe pê hełgirtûn
bo nuqłî tirş û şîrîne
bo macûmî nawqed şîne!
bo nok û xurma û ḧełwaye
ke naw benaw ’aney tyaye!
***
=5- kotayî:şayîy herdûla leyekda
têkeł bûn û leyekyan da
zaway mil qutî piştên pan
çaweřwane leser serban
řîşî zibir û ser taşrawe
xo şorawe
camaney taze bestirawe.
ke bûk geyşte ber derga
simêłî řeş, bize eka!.
be qamîşê
tozê qaym ke neyeşê
be serî bûka ekêşê.
gułdan, guław epirjênê!.
nuqił minał ewrûjênê
kuř û kiçî ḧez lê kirdû
firsete boyan dû be dû!
wirde wirde germey aheng
legeł tarîkayî hatnida
sard ebowe bo kotayî
legeł derga daxsitinda
şewî xamoş, maławayî
ekird le geřek û şayî.