diłdarîy caran

jyanewey çend wêneyekî şîrînî kone
Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  1419 Dîtin
1
paş nîweřo, paş řenicdanî
gêrmewkêşey řojî ferman
paş wiçanî
sewa û mamełey ser dûkan
xoşe geřan
benaw kołanî geřekî
«serçîmena» ta «ḧacî ḧan»
bo çawbiřkê legeł kiçan
bo bînînî afretî cwan.
***
lenaw sinûqî boraqa
lenaw taqa
řankuçoẍey tazey cejin
hateder bo leberkirdin.
kiłaş, be çinînî wirdî
hîy hewramane deskirdî
le pê‌ kira,
tewawî kird: cilî kurdî.
***
awêney çespî naw dîwar
çespêkî nizmî gêř û xwar
be şaney texte heşt no car
be nûştaweyî boy westa
řonêkî zor lenaw mista
serî leberda dahênra
dest mandû bûn
ta taqet çûn
xo řêk xira.
***
leber xowe bestey «hey nar»
wirte wirtêtî leser zar
înca qetar,
bo pişûdan
gořîy be «nazî çawbazan».
***
be pozêkî hełwêstewe
bo ber derga
sêwe lasûr be destewe
bo ser řêga
yarî leser des pê eka
bawe û waye
me’nay tyaye:
nîşaney kułmî cwanane
hî kiçekey kanêskane.
***
be kołana were û biřo
way der’exa îşî heye
bełam diro
bo bînînî ew kiçeye
ke demêke şêtî buwe
le destey hemû cwanana
lenaw kîjî kanêskana
tenya ew be diłya çuwe.
***
ta şil ebê hêzî ejno
were û biřo
ser eşêwê, yet û eçê
hengawî xwaruxêç enê
dapîrey zîtî teşîřês
leber qapî çawî lêye
pê’ekenê
ełî «kuřim ew kołane, kwa der’eçê!»
terîqbûnewey paşe û paş
areq be nawçewan egrê.
2
hêşta ’esre, geřek kiře
xełk nûstûy têr û piře
bo kiçanî zîndanî mał
zîndanî sał
firsetêke bêne derê
bo naw kołan
bo giskidan
ber dergay mał xawên eken
dû sê car, awiřşên eken
bełam mebest yar bînîne
bizey lêwêkî şîrîne.
***
heta diłnyayîy tewaw
lenaw diła aram negrê
heta tîşkî serincî çaw
naxî derûn ta bin nebřê
heta tewaw le desbiřîn
nekirê nefrîn
heta řastîy nyazêkî pak
dyarîy neda
kiç diłî xoy be kuř nada!.
bełam katê derkewt xwastî
pake wekû nyazî řastî
ewsa îtir
ber qapî gir
çaweřwane
bo bînînî êwaranê
îşaretê, serinicdanê
kiçî diłxiwaz perêşane.
***
înca îtir pepûley dił
çon řazî dił
bigeyenê be sûreguł?
çon bîdwênê? çon pêy biga?
key bê qisey legeł bika?
be kaẍez yan leber derga?
kes dyar nebê
helî hełkewt bekar bênê
em hełwêste zor girane
xełkîş zoryan dûzmane
çaktir waye be nameye
sikałakey hełbiřêjê
her dûrawdûr le xeyała!
xunçey lêwî hełbimjê.
3
leser kaẍezê taybetî
ke layeq bê be yarî cwan
kwêrexetî
ḧucrey caran
kemtir wişey kurdîy petî
bełam řewan
qisey sakar
heł’ebjêrê bo metḧî yar.
dest pê eka, ełî: «gyanim,
henawim, řoḧî řewanim,
hêzî ejnom,
bînayîy herdû çawanim
perêşanim
bew pencane
sařêjî ke zamî janim»
wişey dûbarey leyek çû
êcgar zû zû
dêřî şaşî nařêkupêk
exene řû
legeł nûsînî dêřêka
pyaçûnewe beser yeka
diłdarîy yekem carêtî
yekem kiçî beharêtî
boye dûdłe le şêwey
corî nûsîn
bo nazenîn.
ta çend carê
ta şêweyek diłî egrê
kaẍez edřê
dîsanewe le nûkewe
serî dêřî yekem egrê
yek leser yek
le şî’rî zor
le folkilor
bo wêne wek:
«ser ke ser řanim
řegî ḧeyatim
le qebrekeşa
her betematim»
înca nîşane pêwîste
bo pêkanî emî hejar
diłbirîndar
be tîrî ew xoşewîste
ba bîkêşê:
wêney diłê tîr tê çeqîw
em peř heta ew peř simîw
le damêna xwên tike tik
lêy ebarê,
dête xwarê
hêşta nîşaneyek mawe
bo gilêney ew dû çawe
çon derîxa ke sûtawe?!
be agirî cigerey dest
le çend lawe
kaẍezî yarî xoşewîst
kunkun eka
perêşanîy diłî derbest
aşkiraye û derî’exa.
***
ber le kaẍez pêçaneweş
lew ’etraneş
ke wa êcgar bonyan tîje:
eyda le namey yarekey
heta bonî beharekey
bika, şoxe nazdarekey.
4
dinyay aramî ewsake
etut beharî řûnake
xełkî diłyan wek befir bû
sipî û bêgerd
řiq û kîne nałêm nebû,
bełam kem bû.
direngî bo şewî nebû
şewî şadîy xewî nebû.
***
werz hawîne
tirîfey mang leser serban
çiray kořî danîştine
lepał çîẍa
sikałay dił hełřişitine
destey kiçan
be danîştin yaxud çîçkan
ełqey xoyanyan bestuwe
dîwî kołanyan girtuwe
***
wa taqmê legeł kuřî
kołan girî
diłdar hatin
ser berewxiwar
berew ber dergay małî yar.
yen û eçin
ta ber kelawey ewberî
beramberî
kiçan egirin
bedem goranî û bestewe
deng heł’ebiřn
heta kîjî çawřeş hest ka
ḧez le dengî xoşewîst ka!
***
tînwêtîy nîgay giriftar
wa le lay yar
bo em kate
bo ew meram
qisey bêdeng îşarete.
ewa nazdar
dest bo seruqjî eba
wate: selam
le diłxiwazekey xoy eka!.
***
key em ebê be bûkî ew?!
key dête dî xeyał û xew?!
key bê temen xozgey meram,
neka nakam?!
çon pêy biga?!
tika û niza lay kê bika?!
niza lay şexsî pîrane
gewrey mirdûy gořistane!
ke nizîkî baregakey
tenyay «bînayî çawane».
***
bo to le dûr
hatûm lewpeřî şarewe
sertibdem:
ey «pîrmesûr»
bo ḧasił bûnî nyazî xom
maçit ekem
xołit exom
tu xwa eger awatî dił
nabeme gił?
eger em nyazem ser egrê
ba em berde biçûkey dest
kêlî pîrozî to bigrê!
***
pařanewey dûrudrêj
niza hełřêj
le dewrî goř
besezmane, biřway waye
kilîlî bextî diłdarî
lewêdaye!