mefermû pîre ’umrî sed sałe

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  524 Dîtin
mefermû pîre ’umrî sed sałe
le tebî’eta her çwarde sałe
ba hemû ’alem biłên zor pîre
ewe tênagen hêşta minałe
çunke zahîren kał des nakewêt
behî kułîwîş her elêm kałe
le bedes kurtî pîrim la cwane
bê mał kiçî cwan xeylê meḧałe
be bê desmaye ke çûyte bazar
sed sewda bikey hemûy betałe
wextî be geřan hîçit des nekewt
muḧtac ebîwe bew pîrezałe
bełê zor xoşe eger des biden
ew çawe kał û ew lêwe ałe
huner hîç nîye, serwet ḧesabe
çunke ’îzzetî dinya be małe
çaw biqûçêne û řazî be be pîr
kiç bo to nabê xałe, xeyałe
zemane neyhêşt bigeyn be meqsûd
zû xistinye naw em kêw û çałe
fewren pêstyan leber dařnî
heta xwênyewe řêwî qebałe
aliḧkim lilhErebî, řazîm be qeza
minał dwam kewtûn be xałe xałe
xuda ke neyda şerabî şîrîn
bem awe řazîm herçend ke tałe
wîsałîNasnava edebî medwê êtir le binkiř
bo to naxurê didanit ałe
ke neybû gułî guław wîsałîNasnava edebî
mecbûr řazîye be gułî jałe