were ey dulberî mehweş le baweş ke minî serxiweş

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  589 Dîtin
were ey dulberî mehweş, le baweş ke minî serxiweş
heta mawim le dinyada le wesiłit ba nebim bê beş
esîrî zułfî tatatim, fîdayî bejin û bałatim
were ba des le mil yek keyn, be diłşadî û be řûyî xweş
wîsałî zar û piř zare, wekû bulbul le gułzare
le emrî dermeço yara wekû tewsin mebe serkeş
were ey ba lebit şekker, emin lawlaw û to ’er’er
le yik ałêyn le pê ta ser, řeqîb ba kwêr bibê řûřeş