şahîdim emřo le baẍa ẍunçeyekî serçiłe

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  466 Dîtin
şahîdim emřo le baẍa ẍunçeyekî serçiłe
menşe’î ’eşqî derûn û merkezî fîkirî diłe
bulbulî dił ger nebê sermest be ’etrî mîşk û xet
yeḧtemîl lem baẍe neřwa, řoynî naqabîle
xizmetî mizgewt û ḧucre û xaneqakey bo çîye?
řendî ’aşiq her le meyxane muradî ḧasłe
sunbul û řêḧane û mînay lela metleb nîye
koşşî bulbul le şewda beynêke herbo gułe
bê řya êste wîsałîNasnava edebî ’aşiqêkî muxlîse
ger gułêkî pê neden lew baẍe karî muşkîle