dił ḧepsî çîye fîrqetî diłdar û neḧîfe

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  539 Dîtin
dił ḧepsî çîye? fîrqetî diłdar û neḧîfe
wek murẍî qefes bêkes û bê yar û kesîfe
řûzerde beda’îm wekû ewraqî xerîfe
ey yar le řû labde řûbendî qedîfe
be misîlî qemer derkewê ew řenge zerîfe
lem ẍurbet û bê řahîye wa leng buwe qaçim
lem kewtin û hełsane wekû kone demî paçim
zînhar le o koyî ḧebîb carê ke naçim
beynêke minî bende bebê xel’etî maçim
bo men’î dekey metłebî min sûk û xefîfe
min mestî şerabî lebî newyarî řesîdem
yek def’e le wesiłit gułî aram neçîdem
ey ba’îsî aram û dił û qelbî řemîdem
gerdanî qed û qametî to, cîsmî xemîdem
qubanî ẍubarî berî pêt canî şerîfe
bem ’etre wekû ẍunçeyî bustanî beheştî
bem hey’ete ḧesret, ḧor û ẍîlmanî beheştî
bem safîye wek lu’lu’û û mercanî beheştî
me’lûme ke serdefterî ḧûranî beheştî
ser ta be qedem nazk û piř wesif û letîfe
mecnûn û serasîmeye cem’îyetî dane
bem cîlweyî řuxsare dełêy subiḧ û beyane
ew ebro û mujgane, dełêy tîr û kewane
ew nuqte ke deykey be zuban pêm biłê cane
boç waye ke te’sîrî wekû şer’î ḧenîfe
bo derdî merîzan lebî meḧbûbe, dewaye
ger serfî buwe ’umir be xořayî řewaye
em sîne ke wek meykede pir saz û newaye
lem kawle dinyaye ke cêy cewr û cefaye
meqsûdî dił û dîdeme dîdarî ḧenîfe
to şahîdî gułberg û emin şêt û feqîrim
tu şahî cwan bext û emin pîrê kebîrim
to mahî cîhan tab û emin kwêr û zerîrim
tez’îf kemendim, nîye lazim, me’lûme esîrim
bew perçeme mu’telleye, bew zulfe lefîfe
mecrûḧe derdî hîcrane miḧemmed
hemtayî wîsałîNasnava edebî diłî buryane miḧemmed
şeydayî řux û diłberî canane miḧemmed
el’ane ke awareyî alane miḧemmed
bibîne ke bê hemdem û bê yar û ḧerîfe