cîhan bûkêke muhrîşî cefaye

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 4 Xulek  734 Dîtin
cîhan bûkêke muhrîşî cefaye
be ẍayet ḧîlebaz û bêwefaye
hemû ’alem dezanê bê beqaye
dezanê waye deşłê aşnaye
temaşa qewl û fî’lî namwafîq
be emrî padşahî ḧeyyî bêçûn
şehî îslam û kafir û herçî bûn
le genc û mułkî dinya bêberî bûn
çi nemrûd û c fîr’ewn û çi qarûn
legeł gurgî zemane muttefîq bûn
le geł tome cîhanî bê bin û ser
legeł madûn û lotî bûy be hemser
xoyan pyadawî kîhter, takû mîhter
keyûmers û cem û dara û eskender
hemûyan mêrdî to bûn kone maker
bira pîr bûy, beserçû ’umrî lawî
bese ta key perêşan û biławî
demî axir ezanî beşbiřawî
qefes dinyaye, êmeş kew le nawî
bedes xoman nebû kewtîne dawî
nemawe řaḧet û aramî canim
çemawî destî cewrî zemanim
beda’îm çun le mirdin bê emanim
be dane û awî xoş dił nîm ezanim
wekû emsalekan emka quřawî
meke baweř be wez’î çerxî dewran
cem û eskender û dara û suleyman
be yek zerbe hemûy kirdin perêşan
bira dinya wekû bûkêke xendan
teř û taze û cwan û şox û elwan
demê şadit eka dinya be keyfî
lenakaw etkujê axir be seyfî
ke neygirt takû ser îkiramî zeyfî
welî me’lûme zawakuje ḧeyfî
le sîneyda be sed kîsrayî û xaqan
lebo dinya xelayq wek helûke
hezarî kuşt em dinyaye çirûke
ewêstaş her xerîkî nûke nûke
le pêş çawman zemane misîlî bûke
sipî û sûr û mulewwen wek gułûke
lebo baẍî dyanet ’îlme perjîn
bebê ’îlim û ’emel qet nabê te’mîn
xerîkî me’rîfet bew kesb û zanîn
çirayêke ’îlim, bê newt û benzîn
eka hodey diłit řûnak û řengîn
’îlim duřře, ’eceb saḧêb celaye
ke ’îlimit bû diłit saḧêb sefaye
’îlim esbabî ’îrfan û ḧeyaye
dewamî hênde zore ew çiraye
hezar sałîş ebê şu’ley ledû jîn
řefîq be bo kesê ’alî nejade
legeł cehla hemû ’umirit be bade
ke ’îlimit bû diłit mesrûr û şade
heta xercî bikey dexiłit zyade
’eceb gencêke nabînim zewalî
dexîle firsete merdane hestin
heta key ẍafił û bêhoş û sistin
be yek def’e hemû dinyaperistin
ewaney jûrdest û jêrdestin
le ’eşqî bûkî em dinyaye mestin
mu’anîd her kesê bû meydiwênin
ewî dujmin aza bîmrênin
mebada wabzanin her emênin
xerîk bin, cumle tenha bîstênin
le tawa nîye pelî yekdî debestin
eger ẍeyret bibwaye û nûrî ’îrfan
hemû yek dił ebûn, ye k zat û yek can
ney etwanî ’edû ger bête meydan
eger pişder mîsalî carî caran
ře’îsêkî ebû bê ferq û nêwan
le her la dengî tar û řubab bû
diłîş mayl be meyxane û şerab bû
le dinyayî denî ’alem ẍubab bû
le her cêga dû kes şab û xirab bû
lenêw kurdan hezarîş padşaye
cîhan bûkêkî bê şerim û şikoye
’ecayb sîḧirbaz û ḧîlecoye
mexo tefre leboy saḧêb diroye
teme’ załêke betnî piř diroye
ke marey key diro ewladî toye
neçî derçî le řesmî ḧatemîyet
mepoşe qet lîbasî matemîyet
mebe xarîc le lîsey ’alemîyet
nebî ẍafił le pîşey ademîyet
nekey te’lîmî nadanî wekû caf
bebê zanîn hemû karit hebaye
bebê ’îrfan derûnit bê sefaye
ke cahîl bî wicûdit bê behaye
bezay’ danî ewqatit xetaye
nekey tenperwerî bo can, cefaye
heta dunya be çakî sewz û şîne
leser řêy mesłeḧet pêy xot bibîne
ke řîswa bûy jyanit wek nejîne
bira, erzî xuda pan û berîne
feqîr û şa lenêwya xoşeçîne