ew perçeme çîn çîne leser kułmî ḧelawe

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  755 Dîtin
ew perçeme çîn çîne leser kułmî ḧelawe
manendî gułî sunbule têrawî şewawe
ba’îs be henasey minî meḧzûne sibeynan
zułfî wekû řeyḧane le her lawe biławe
şu’ley şemî řuxsarî wekû řojî semaye
bonî nefesî zarî mîslî ’etrî guławe
bo çî negrî bulbulî bêçare le gułzar
çun ’etrî gułî řoyî be dem badî sebawe
murẍî seḧerî ḧeqye eka nałe û hawar
mayey hemû sûtawe, hemû małî biřawe
xełqîne meden tane le nałînî diłî min
em ḧuzin û ẍeme bû be beşî min le xudawe
wek kûreyî ḧeddade derûnim be giřî ’eşq
bew agire birjawe, diłim goştî kuławe
dawênî kewa ałe, mełê xamekî sûre
giştî demî ’uşaqe be dawênî řijawe
ba’îs be ẍemî yûsfî diłdare ’ezîzim
piştim wekû çewgane ke pîrane çemawe
çi bikem, çi biłêm, tîrî řeqîb cergî biřîwim
me’lûme be ew tîre eçim, karim kirawe
ey yar řeqîb derke leber ew dere pake
wełlahî le seg pîstire, gişt gyanî giławe
wek dêwî le’în bote ’edûy zumreyî ’uşaq
لێێ lade, deba la bê, hezar mekirî be dwawe
ew siřře ke mexfî buwe le beynî min û yara
seyrî ke ewêsta ke le nêw ’alema bwe
ew meyl û mulaqate, le pêşa hebû řoyî
ew ayîn û adabe her asarî nemawe
’aşiq ebê mil keç bê lela ḧezretî meḧbûb
mandendî wîsałîNasnava edebî ke milî nawe belawe